Girêdayî mijarê Nûrî Ebû Hecî got, gundên ji çeteyan hatine rizgarkirin hê jî di bin kontrola hêzên wan de ne.

Ebû Hecî diyar kir ku di dema dawiyê de hêzên wan di nava Hêzên Şoreşger de 5 gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, lê Tirkiyeyê bi êrîşên balafirên xwe û li bêjahiyê alîkarî dida çeteyên DAIŞ’ê.

Nûrî anî ziman ku tevî vê yekê, çeteyên DAIŞ´ê, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, di aliyê bejahî de êrîş birin ser nuqteyên hêzên şoreşger, lê ew li hemberî van êrîşan sekinîn û bostekê jî paş ve nekişiyane.

Ebû Hecî got, “Hemû îdiyayên ku çeteyên Tirkiyê dibêjin, wan dest daniye ser bajarokê Til Rifet, gundê Herbil, Um Hoş û Hesiyê derew in û tu rastiya wan tune ye. Ew dixwazin bi van îdiyayan moral bidin çeteyên Diri El-Firat.”

Fermandarê Lîwaa Cebhet El-Ekrad Nûrî Ebû Hecî got, moralê şervanên wan bilind e û li hemberî hemû êrîşan disekinin. Ebû Hecî wiha dewam kir: “Hêzên şoreşger di rojên dawî de li dijî Tirkiye, DAIŞ û çeteyên Diri El-Firat serkeftinên mezin bi dest anîn. Li hemberî her êrîşê amadekariyên me hene û ji tiştekî tirsa me tineye.” 


 ANHA / EFRÎN