Di encama operasyonên yekîneyên taybet ên YPG’ê de 2700 DAIŞ‘î hatin girtin û niha li girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê ne.
800 ji van ji 46 welatên cuda ne ku pirraniya wan ji welatên rojavayî ne. Rêveberiya Rojava bi taybetî bang li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Fransa û Elmanyayê kiribû ku bi erka darizandina DAIŞ‘iyên biyanî rabin. Li gorî lêkolîna Koma Medya ya Funke ku gelek saziyên çapemeniyê yên Elman endamê wê ne, 35 ji van DAIŞ’iyan welatiyên Elman in. 10 ji van mêr in, 10 jin û 15 jî zarok in.
Wezareta Karê derve ya Elman di nivîs û agahdarkirinên yekê ji malbatên DAIŞ´iyan de, got, ji ber ku peywendiyên wan ên dîplomatîk bi Bakurê Sûriyê re nînin, ew nikarin alîkariya malbatan bikin. Li ser vê nûnerê Xwerêveberiya Bakurê Sûriyê li Elmanyayê bersiv da û got, buroya me tenê 10 deqîqeyan dûrî wezaretê ye, kerem kin, em peywendiyan deynin.
‘DAIŞ’yên biyanî ji bo me barekî giran in’
Tevî ku mijar demeke dirêj e di çapemeniya Elmanyayê de ye û gelek caran bang hate kirin, rêveberiya Berlînê li bara DAIŞ‘iyan xwe kerr kir. Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer ji rojnameyên ser bi Koma Medyayê ya Funke re axivî û ji Elmanyayê xwest ku li pêşberî rewşa DAIŞ‘iyan bêdeng nemîne. Omer diyar kir ku çeteyên ku welatiyên welatên biyanî ne, ji bo wan barekî giran in û wiha dewam kir:
“Em naxwazin van kesan li herêma xwe serbest berdin. Heger di serî de DYE, Fransa û Elmanya; welatên rojavayî bi erka xwe ranebin, em ê jî ji neçarî li alternatîfên cuda bifikirin.”
‘Divê Elmanya bi erka xwe rabe’
Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep a Elman Ulla Jelpke li ser DAIŞ‘iyên di destê YPG’ê de ne beriya niha bi çend rojan bang li hikûmeta federal kiribû û gotibû, “Divê Elmanya bi erka dadgehkirina DAIŞ’iyên welatiyên Elman rabe.”
Peywendiyên dîplomatîk?
Malbata Merve A. ya ji Hamburgê ku li kampeke ji bo malbatên DAIŞ´iyan li Eynd Îsayê girtiye jî miracaetî Wezareta Karê Derve ya Elman dike da ku ji bo anîna Elmanyayê ya keça wan alîkariyê bi wan re bike. Wezaret dibêje, ji ber nebûna peywendiyên dîplomatîk bi Bakurê Sûriyê re, ev zehmet e. Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê yê Elmanyayê, Îbrahîm Bûrad jî li ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da vê yekê û got, “Em li vir (Berlînê) in, tenê çend kîlometreyan dûrî wezaretê, em amade û vekirîne li hevpeyvînan.”
Herî zêde ji Elmanya çûne!
Tê texmînkirin ku hejmara çeteyên ku ji Elmanyayê çûne Sûriye û Iraqê û tevlî nava DAIŞ‘ê bûne, ji hezarî bêhtir e. Li gorî Daîreya Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, yek ji sê parên ‘Îslamiyên tund’ ên çûne Sûriye û Iraqê, careke din li Elmanyayê vegeriyane. Balkêş e ku di nava welatiyên Elman ên tevlî DAIŞ’ê bûyî de, herî zêde yên bi eslê xwe Tirk hene.
BERLÎN