“Em ciwanên Kurdistan in”
TOLÎN MIHEMED/LÎLAV ELÎ
ANHA/ŞEHBA
Piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bû û têkoşîna xwe li wir didomîne. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û hewldana wê qirrkirina Kurdan li deverê, gelê Kurd tê koşîna xwe dewam dike û li xwedî çand û hunerê xwe yê dewlemend û kokdar derdikeve. Nexasim jî jinên Kurd her dem li çanda xwe xwedî derketine. di şert û mercên dijwan ên penaberiyê de û li kampên penaberan Berxwedan û Serdemê yên li Şehbayê ji bo zarokan dersên çand û huner tên dayin û bi vî awayî li çandê xwedî tê derketin. Li her derî parastina ziman Pergala demokratîk a ku beriya dagirkeriyê li Efrînê hatibû avakirin, niha li Kantona Şehbayê dewam dike. Ji bo zarokên ku di encama êrişên dewleta Tirk de ji dibistanên xwe hatin dûrxistin li Kampên Berxwedanê û Serdemê yên Kantona Şehbayê perwerdeya muzîk, govend, wêne û şanoyê dibînin. Di wêneyên ji kampan em dibînin çawa strana “Em ciwanên Kurdistan in” bi gotin û awaza xwe tê fêr kirin. Li kampan jî berxwedan dewam dike Têkildarî mijarê, endama rêveberiya Kevana Zêrîn a Kampa Serdemê Sozdar Xemgîn axivî û got, “Me li Efrînê jî çand, huner û zimanê xwe diparast, em ê li Şehbayê jî biparêzin. Li ku dibe bila bibe em ê qet dev ji ziman, çand û hunerê xwe bernedin. Li Kampa Berxwedanê û Serdemê me ji bo zarokan gelek beşên çand û hunerî vekirin. Tevî hemû zor û zehmetiyan zarok çand û hunerê xwe hîn dibin. Zarok siberoja me ne divê em li wan û keda wan xwedî derkevin.” Li aliyê din jî hevseroka Navenda Çand û Huner a Herêma Efrînê, Newroz Silêmen jî li ser mijarê axivî û got, “Di nav têkoşîna gelan de çand û huner xwedî roleke girîng in. Em li Şehbayê jî berxwedana xwe didomînin û li çand û hunerê xwe xwedî derdikevin. Em ê her dem çand û hunerê xwe biparêzin û nehêlin ku ji aliyê desthilatdaran ve çand û hunerê me bê tinekirin. Em çanda serîhildanê nîşanî zarokan didin. Zarok siberoja me ne, divê em hemû li wan xwedî derkevin.”