Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî wezîfedarkirina qeyûman de gotina 'me dest danî ser rêveberiyê' ya darbeya 12'ê Îlona 1980'ê bi bîr xist û got, ev darbeya qeyûman e.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 'tayînkirina qeyûm li şaredariyan' ku AKP'ê bi biryarnameyekê xist meriyetê, li dijî hemû peymanên navneteweyî yên demokratîk, hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan e û hat destnîşankirin, ku ev kiryara vîna hilbijêrên HDP'ê tine dihesibîne, rêveberiyên herêmî yên hatine hilbijartin nas nake, vîna gel qebûl nake, bê hukm e.

HDP'ê bi bîr xist ku darbeya qeyûm, bi giranî li bajarên Kurdan ên bi rêjeya ji sedî 65-95'an şaredariyên xwe hilbijartine, hatiye kirin û wiha dewam kir: "Ev helwêsta bêhiqûqî û kêfî, wê pirsgirêkên heyî yên li bajarên Kurdan kûrtir bike. Wê bike ku pirsgirêka Kurd hîn bêhtir bixitime û çareseriya wê gelekî zehmet bibe."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Gel wê xwedî derkeve li hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê ku bi xwe hilbijartiye. Gel wê serê xwe li ber zîhniyeta vîn û îradeya wan tine dihesibîne, netewîne û vê bêhiqûqiyê qebûl neke."

HDP´ê herî dawî got, desthilatdariyê, 15'ê Tîrmehê ji xwe re weke firsendekê dîtiye û gaveke bi vî rengî ya tirsnak avêtiye û banga "derhal destberdana ji vê nêzîkatiyê li hikûmetê kir. 


ENQERE