Yek ji fermandarên payebilind ê Îranê diyar kir heke êrişek li dijî Îranê pêk bê, berî her tiştî wê li sîstema mertalên fuzeyan a NATO ya li Tirkiyê bixin. Piştre jî ew dê berê xwe bidin armancên din.
Wekîlê Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve yê Meclisa Îranê Hûseyîn Îbrahîm got: ‘Ji bo bê bandorkirina sîstema mertalên fûzeyên NATO yên li Tirkiyê planên wan hene û di egera her êrişekê de jî sedîsed wê bibe armanca êrişa wan.’
Îbrahîm ji Rojnameya Şark re axivî û got: ‘Di pêkanîna her êrişekê de mafê Îranê yê xwezayiye ku sîstema mertalên fûzeyan a li Tirkiyê bikin armanca xwe û sedîsed wê vê yekê bikin. Hêzên me yên çekdarî ji berî niha ve plan û tektîkên ku li ser xebitiyîn hene.’
Parlamenterê Îranî dibêje: "Di rastiya xwe de ev sîstem ji bo parastina rejîma Siyonîst hatiye avakirin. Di bin navê NATO de ji bo Îsraîlê dikin. Ev pirsgirêkeka Tirkiyeyê ku destûr daye li ser xaka wê sîstemek wisan bê avakirin. Divita Tirkiyê ev yek nekiriban."
Wekîlê Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve yê Meclisa Îranê Hûseyîn Îbrahîm di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: ‘Komîsyona Ewlekariya Millî peywendiyên ligel Tirkyê ji nêz ve lêkolîn dike. Di dema her êrişek li dijî me de, mafê me yê herî xwezayî ewe ku em xwe biparêzin.’


 TEHRAN