Meclîsa Malbatên Şehîdan li Qamişlo 126 şehîdên meha tîrmehê bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan, bi bîr anîn. Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdullkerîm Sarûxan beşdarî merasîmê bû.

Ebdullkerîm Sarûxan li wir anî ziman ku ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê ew amade ne bi şertê Sûriyeyeke nenavendî, pirreng bi rejîmê re bidin û bistînin.

Her wiha Sarûxan di merasîmê de li ser pêwîstiya çêbûna Kongreya Neteweyî jî peyivî û got:”Divê hemû hêzên Kurdistanî li dor hev kom bibin û rêveberiyekê ava bikin da ku helwêsta xwe ya siyasî zelal bikin.ʺ

Heta rizgarkirina Efrînê

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê têkildarî Efrînê jî ev peyam da: “Efrîn yek ji armancên me yên sereke ye, em dev ji Efrînê bernadin heta rizgarkirina wê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û vegerandina gel li ser axa xwe.ʺ

QAMIŞLO