
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak tekujiyên li Kurdistanê û tiştên ji niha û pêve wê biqewimin bi hişyariya “em di fetloneka dawî de ne” anî ziman. Irmak got; “Hê jî derfet heye em bi atmosfera biharê bikevin biharê. Heke ev fetlonek neyê derbaskirin tu kes tiştên ku wê biqewimin nikare xeyal jî bike.”
Piştî ku AKP’ê konsepta şer xiste dewreyê li Kurdistanê dîmenên şerê navxweyî derdikevin holê û bi dehan kes bi êrîşên hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dan. Li navçeyên wekî Sûr û Cizîrê qedeyena derketina kolanan ki bi mehan e berdewam dike, êrîş her diçe zêdetir dibin û fikarên ku bi biharê re dê şîdet her biçe zêdetir bibe jî zêde dibin.
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak têkîldarî geşedanên li Kurdistanê axivî. Irmak diyar kir ku êrîşên li Kurdistanê her diçe zêdetir dibe û tiştên ku diqewimin wekî “şerê navxweyî” bi nav kir.
Nekarîn berxwedanê bişikênin
Irmak anî ziman ku li Kurdistanê dagirkeriyek heye û li dijî vê yekê berxwedan tê nîşandan û wiha berdewam kir: “Wekî ku hûn jî dizanin îro li Sûrê geleke ku 48 roj in li ber we dide heye. Di heman demê de li Cizîr û Sîlopiyê berxwedanek heye. Ligel hemû pêkûtiyan, ligel evqas şerê ku hatiye dijwarkirin, ligel evqas sewqiyatên ku tên kirin nekarîne berxwedana vî gelî bişikênin.”
‘Tirkiye li wan navçeyan têk çû’
Irman daxuyaniyên Serokomar Tayyîp Erdogan, SErokwezîr Ahmet davutoglu û rayedarên hikûmetê bi bîr xist û nirxandina “Qaşo dibêjin ji bo gel zirarê nebînin operasyon demdirêj berdewam dike. Ev di esasê xwe de îftira ne. Li bemberî berxwedana gelê me yê li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê artêşa Komara Tirkiyeyê, leşker û hêzên taybet têk çûne. Nekarîne bikevin wan taxan. Niha pêve ketin jî nepêkan e.”
Guernicaya Kurdistanê
Irmak anî ziman ku ktina taxên li ber xwe didin tenê biawayeke pêkan e û ji bo vê yekê jî mînaka Guernicayê da, ancax delet dikare bi tevahî bombebaranê ve bikeve wan taxan. Irmak wiha berdewam kir: “Jibilî vê yekê nikare bikeve wan deran. Lê divê mirov vê yekê jî bibeêje ku li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê berxwedana li pişt xendekan têra xurtkirina berxwedanê nake, ji bo şikandina dorpêça mirinê têrê nake. Ji ber vê yekê divê li çar aliyê welat berxwedan pêş bikeve. Berxwedana li Kobanê çi bû, li Tirkiyeyê jî şoreş heye.”
‘Sekn mirin e’
Irmak a nirxandina “niha du xet hene yek xeta şoreşê yek jî xeta faşîst a ku dixwaze vî şoreşê bieciqîne” kir got uk divê hemû kes xeta xwe zelal bike û tevli refên berxwedanê bibe. Irmak merhaleya heyî wekî “heke tu li paşxwve bizivirî tu dê bibî kevir” nirxand ev tişt anî ziman: “Sekn dê me bikuje, bêdengî dê me bikuje, teredut dê me bikuje. Ji ber vê yekê ji bo rêxistinkirina jiyanê divê em bi biryariyekî mezin bimeşin.”
‘Rojên dijwar li benda me ne’
Irmak der barê înfazên li Van û Sêrtê û bûyera li navçeya Çinarê jî nirxand û wiha got: “Ev çend rojên dawî ne tên dîtin. Çalakiyên dişibin hev hene. Ev nîşaneyek e divê wisa bê dîtin. Çinar yek ji wan e. Dîsa çalakiyên din nîşaneya vê ne. Ev pirsgirêk dikare bi riya siyasî bê çareserkirin. Deklerasyona KCD’ê ji bo vê fersendekî mezin e. Lê em dibînin ku hikûmet vê paşguh dike. Li cihê ku ev rêbaz xetimin şer dê dijwar bibe. Ez bi fikar dibêjim ku rojên dijwar li benda me ne. Hê jî ne dereng e vegera vê yekê pêkan e.”
‘Fetloneka dawî ye’
Irmak anî ziman ku bi atmosfera aştiyê ligel evqas xirakirinan dîsa jî ketin pêkan e û hişyariya “em di fetloneka dawî de ne” kir. Irmak ev tişt anî ziman: “Heke ev fetlonek bê derbaskirin tu kes tiştên ku biqewimin dê texmîn neke. Ji ber ku şeklê şer hate guhertin. Dê derkeve asete din. Cewherê şer guherî. daket bajaran. Evhamleya mirin û mayînê ye.”
Irmak wiha axivî: “Divê gelê me bêhêvî nebe. Em rojên dijwar dibînin. Rojên zor û zehmet derbas dikin. Dê windahiyên me çêbin dibe ku em bedelên girantir bidin lê ewqas jî pêvajoya nêzî serkeftinê ye. Ji bo rizgariya welat ji tîranan û sultanan kêm maye. Ji bo vê divê xeta berxwedana tevahî bê hunandin.” Irmak tiştên ku diqewimin şiband Kobanê û diyar kir ku çawa li Kobanê DAIŞ têk çû, AKP jî dê têk bike.