Hevserokê PYD’ê SaliIh Muslim diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê di demên dawî de bi rastî jî lêgerînên girîng hene û dibe ku di demên pêş de konferansek navnetewî pêk were. Muslim bi lêv kir ku di van lêgerînan de Kurd jî cihekî girîng digirin, lê hêzên wekî Tirkiyeyê li şûna ku bi awayekî çalak tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bibe, dest bi şerê hêzên dijberên çeteyan kiriye. 

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî aloziya Sûriyê û nêzîkatiyên hêzên navnetewî, rola Tirkiyeyê û nêzîkatiyên wê ji doza Kurdî, her wiha helwesta hin aliyên opozisyonê û partiyên ENKS’ê di çareserkirinê de pirsên ANHA’yê bersivandin.


Nêrîna hêzên navnetewî ya derbarê aloziya Sûriyeyê de niha di çi astê de ye?

Di çarçoveya hevdîtinên navneteweyî ku me heta niha pêk anîne de, em dikarin bibêjin ku hêzên navnetewî bi rastî dest bi qonaxa çareserkirina aloziya Sûriyeyê kirine. Heta niha hêzên navnetewî tu helwesta cidî destnîşan nekiribûn. Em dikarin bêjin em di qonaxa nû ya çareserkirinê de ne. Heta niha hemû hevdîtinên ku me pêk anîne û yên li Moskow, Qahîre, Parîs, Kazakîstan û hwd., tu rêbaza çareseriyê bi xwe re nanîniye. Di van hevdîtin û civînan de tenê rêbaza çareserkirina aloziya Sûriyeyê dihate nîqaşkirin.

Di demên dawî de hewldanên ku em ber bi Civîna Cenevre-3 ve biçin hene. Dîsa hewldan têne kirin ku hemû hêzên opozîsyonê bêne civandin. Li gorî encamên me bidest xistine, îhtîmaleke xurt e ku konferansekî nû bê lidarxistin.  Em nizanin konferans dê kengî û li ku derê çêbibe, lê armanca konferansê avakirina komîteyeke opozisyonê da ku dest bi hevdîtinên bi rêjîmê re bike ye. Îhtîmala mezin wê Cenevre-3’yemîn di dawiya îsal de bê lidarxistin. Di nêrîna me de jî ev mijareke baş e, ji ber ku aloziya Sûriyeyê bandorê li hemû deverên cîhanê dike. Cîhan êdî dizane ku pêwîste rewşa Sûriyeyê komî ser hev bê kirin û rêbaza çareseriyê bê destnîşankirin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku lêgerîna rastî ya çareseriyê heye.


Di demên dawî de we li gel Serokê Filistînê Mehmûd Ebas hevdîtin pêk anîn, her wiha li Qahîreyê jî hevdîtinên we çêbûne. Nêrîna hêzên Ereb ên derbarê aloziya Sûriyeyê de çi ye?

Hevdîtinên me yên li Qahîre bi du aliyan pêk hatin. Hevdîtina yekemîn bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û hevdîtina duyemîn ji bi Serokwezîrê Misrê re pêk hat. Di hevdîtinan de rewşa li Sûriyeyê û yekîtiya hêzên opozîsyonê hate nîqaşkirin. Wekî tê zanîn 2 civînên opozîsyona Sûriyeyê li Qahîreyê pêk hatine. 2 belgeyên çareseriyê hatin destnîşankirin. Yek Hevpeymana niştimanî û ya duyemîn jî nexşerêya çareseriya aloziya li Sûriyeyê ye. Me ev mijar bi Serokê Filistînê û Serokwezîrê Misrê re nîqaş kirin. Li aliyê din jî me çawaniya hevkariya Misrê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya bi awayekê aştiyane de nîqaş kir.

Ev cara yekem e ku Serokê Filistînê bi awayekî vekirî di rewşa Sûriyeyê de tevlî nîqaşan dibe. Dibe ku em ji tecrubeyên wan li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê feyde bigirin. Ez dikarim bibêjim ku ev hevdîtin destekdayîna kongreya Qahîreyê zêde dikin.

Komîteya ku ji civînê derket, dê hevdîtinên xwe li Moskow û Waşîngton bidomîne. Her wiha dê serdana hin welatên mezin ên cîhanê bike da ku pirojeya xwe ya destnîşan û nîqaş bikin.


Koalîsyona Sûriyeyê û hin partiyên Kurdî yên di nava koalîsyonê de helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirk nîşan neda. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Me ji hemû cîhanê re got ku siyasetên dewleta Tirkiyeyê di xizmeta DAIŞ’ê de ne. Ji ber ku têkçûna DIAŞ’ê li Kerkûk, Xaneqîn, Celewla, Şengal, Zumar, Kobanê, Serêkaniyê, Hesekê û hwd. ne li gorî Tirkiyeyê bû. Tirkiyeyê êrîşî aliyê ku li dijî DAIŞ’ê şer dike, kir. Hemû cîhan vê rastiyê êdî dizane. Beranberî vê yekê hin komên opozîsyonê û Koalîsyona Sûriyeyê derbarê êrîşên Erdogan de tu helwest nîşan ne dane, hin ji wan piştgiriya şerê Erdogan a li dijî Kurdan dike. Pêwîst e partiyên Kurdî ku heta niha daxuyaniyek nedane, daxuyaniyek bidana û êrîşên têne kirin, şermezar kiribana. Lê heta niha wan tu helwest nîşan ne daye.

Ev destnîşan dike ku ew alî piştgiriya êrîşên Tirkiyeyê dikin û tu îradeya wan a azad nîn e ku heta daxuyaniyeke şermezarkirinê bidin.

Ew hêzên lawaz in, em hêvîdar in ku rewşa xwe baş bizanin, helwesteke erênî destnîşan bikin, biryarên xwe li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê bidin û bi xwe bidin.


Herêmên Parastinê yên Medya û Bakurê Kurdistanê rastî êrîşeke dijwar a hikûmeta AKP’ê tên, piraniya hêzên Kurdî helwelsta xwe ya li dijî van êrîşan destnîşan kirin. Hûn helwesta a hêzên Başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Êrîşên dawî yên li dijî Qendîlê ne tenê li dijî PKK’ê ne, li dijî hemû gelê Kurd in. PKK di aliyê hêzên gerîla û hêza xwe ya siyasî de hêzeke Kurdistanî ya pêşeng e. li hemberî êrîşên li dijî Herêmên Parstinê yên Medya û opersyonên girtinê yên li dijî gelê Kurd, her wiha êrîşên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê ku pêk hatine, heta niha hêzên Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan ne dane. Tirkiye îdîa dike ku hêzên Başûr piştgiriya van êrîşan dikin. Em hêvî dikin ku ew alî helwesta xwe zelal bikin.

Gelê me di rewşeke bi hîstiyar de derbas dibe. An em ê mafê xwe yê demokratîk û azadiyê bi dest bixin, an jî dê hebûna me di xeteriyê de be û em ê tune bibin. Gelê Kurd dê hesab ji aliyên erka xwe pêkneanîn bixwaze.

Gelê me di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, hin hêzên navnetewî li kêleka gelê me disekinin. Hemû cîhan êdî dizane ku gelê Kurd dixwaze ber bi demokrasî û azadiyê ve biçe, her wiha bi hemû gelên herêmê re bi biratî jiyan bike. Hemû cîha êdî dizane ku gelê Kurd bersiva êrîşan dide. Ji ber vê yekê pêwîste li ser asta kesayetî, partîtî her kes li gorî berpirsyariyên xwe yên dîrokî tevbigere.


AHÎN BEREKAT/AZAD SEFO/ANHA/GIRKÊ LEGÊ