Tevahiya rêyan hatin kontrolkirin
Meclîsa eskerî ya Minbicê (MEM), encamên hefteyeke operasyona “Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla”, bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin.
Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Giştî yê MEM´ê Ednan Ebû Emced ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de berdevkê Fermî yê Meclîsê Şervan Derwêş jî hazir bû. Ebû Emced li ser navê Meclîsê diyar kir ku operasyona wan bi serkeftî dewam dike.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di hefteya yekemîn a operasyonê de bi dehan gund û bajarokên girêdayî bajêr hatin rizgarkirin. Hêzên me bajar ji aliyê başûr, bakur û rojhilat ve dorpêç kir û rêyên alîkariyê yên ji bo çeteyan qut kirin. Dîsa hêzên me rêyên Minbic –Cerablus, Minbic-Reqa xistin bin kontrola xwe. Bi vê yekê re gundewarên rojhilatê bajar bi tevahî hatin rizgarkirin.”
Ebû Emced îşaret pê kir ku hêzên wan dikarin niha çeteyên di nava bajêr de jî bikin armanca çalakiyên xwe û weha dewam kir: “Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku bajar êdî rizgarkirî ye, lê ji bo parastina sivîlên li bajêr, em gavên xwe giran diavêjin. Ji aliyê mirovî ve jî, hêzên me karîbûn ku xwe bigihînin sivîlên ku di gundan de ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin. Hêzên me ev sivîl rizgar kirin û ew gihandin herêmên bi ewle yên dibin kontrola me de. Komîte û meclîsa ku ji bo rewşên awarte hatine avakirin jî pêdiviyên sivîlan ên xwarin û dermanan bi cîh tînin.”
Ednan Ebû Emced, got, ew weke MEM´ê dikarin bajar û gundewarên wê ji çeteyan rizgar bikin û parastina wê jî misoger bikin û daxuyanî weha dewam kir: “Dîsa em eşkere dikin ku operasyona me dê heta pêkanîna vê armancê bidome.
MINBIC