Li Zanîngeha Teknîk a Darmstadtê pêncşemê êvarê bi organîzasyona Kurd-Akad û YXK/JXK´ê semînerek bi beşdariya Prof. Dr. Gerhard Trabert û Dr. Luqman Turgut li ser dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû. Luqman Turgut behsa tecrûbeya li ser erdên Kurdistanê ya ji şerê Cihanê ya yekê heta îro ve kir û nîşan da ka çawa siyaseteke qirkirinê ya misêwa li dijî hemû rengên ne Tirk li Tirkiyeyê hatiye birêvebirin. Wî Şoreşa Rojava weke tecrûbeyeke yekane ya demokrasiya yekser li herêmê bi nav kir û dagirkeriya qirker a dewleta Tirk jî di vê peywenda yekrengkirin û tinekirina hêviya şoreşê de nirxand.

Prof. Trabert jî behsa hewldanên gihandina alîkariya insanî ya deverê kir, û rave kir ka ruhekî çawa yê qîmetdane bi mirovan û jiyanê di nava şerî û Şoreşa Rojava de peyda bûye. Wî dagirkerî weke tehlûkeya tinekirina vî ruhî û mirovahiyê bi xwe bi nav kir.

Di minaqeşeya beşdaran de lêgerîna li rêyên piştgiriyê derket pêş. Ji bilî xuyatirkirina piştgiriyê, boykotkirina mal û tûrîzma Tirk jî hat pêşniyazkirin û hinan li hola zanîngehê got, em nikarin tiştekî bikin jî em dikarin neçin Tirkiyeyê.

 

DARMSTADT