AvEG-KON bang li antî-faşîst, şoreşger û demokratên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê kir da ku 28-29’ê Îlonê Erdogan ê ku wê li Elmanyayê fermî bê pêşwazîkirin, şermezar bikin.
AvEG-KON’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Em bang li hemû karker û kedkarên koçber û xwecih, li jin û ciwanan dikin, dewleta Elman ku bi vexwendina dîktatorê faşîst Erdogan bûyî hevkarê sûcê wî, 28’ê Îlonê li Berlînê û 29’ê Îlonê li Kolnê girseyî protesto bikin.” Di daxuyaniyê de hate gotin, hikûmeta Merkel bi vexwendina Erdogan, dibe hevkarê komkujî û qirrkirina dewleta Tirk û komkujiyên Roboskê, Pirsûs, Enqere, Cizîr, Sûr, Silopiya, Geverê, dagirkerî û komkujiya li Efrînê, şewitandina çiyayên Dersimê bi bîr xistin.
Herî dawî hate gotin, 28-29’ê Îlonê wê bibe tifaqeke gemarî ya ku mafên demokratîk û azadî tine têne hesibandin û bi van peymanan re ne tenê gelên Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn, hemû gel wê ziyanê bibînin.
AvEG-KON’ê herî dawî dewleta Elman şermezar kir, ji ber sedema ku Erdogan wê bi fermî were pêşwazîkirin û 29’ê Îlonê jî wê bike ku Erdogan û alîgirên wî bîne cem hev.
NAVENDA NÛÇEYAN