Em dîktatoriyê hilweşînin
Kurdistanî û dostên wan li bajarêî Elmanyayê Hildesheimê ji bo HDP’ê û wekîlên rehîn meşiyan. Di mîtîngê de hate gotin, li dijî dîktatoriyê teqez dive her kes biçe ser sindoqan.
Meşê li ber gara Trênê ya navendî dest pê kir û heta bi meydana mîtîngê ya Marktê dewam kir. Kurdistanî bi pankart, dovîzan, bi dirûşmeya meşiyan. Meş ji hêla Komuna Jinan a Şehîd Meryem ve hate organîzekirin. Di meşê de dirûşm ji bo HDP’ê û Demîrtaş hatin berzkirin.
Li meydana mîtîngê Berdevka Meclîsa Jinan a Şehîd Berçem Cîlo Hekîme Ûsiv axivî û got, “Hemû jin û dayik li dijî komkujiyên li Kurdistanê divê serî rakin. Erdogan ê xwînxwar 15 hezar Kurd kuştin. Hemû jin divê rabin ser piyan. Dengê me ji bo Demîrtaş û HDP’ê ye.”
Endamê NAV-DEM’ê Altun Bischoff jî got, “Li dijî dîktatorî û faşîzmê fersendeke dîrokî ketiye dest me, divê ev fersend were bikaranîn, divê em mohra xwe li hilbijartinê bixin û faşîzmê bavêjin ser sergoyê.”
Serokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer jî got, “Heta 24’ê Hezîraê rojeva me divê ev be; ‘te dengê xwe da?’ û ji bo em morale bidin welatiyên xwe yên li Kurdistanê divê em biçin ser sendoqan.”
HILDESHEIM