Şagirtên Tirbespiyê êrişên dagirker ên delweta Tirk şermezar kir û peyamên em dixwazin bi azadî bijîn û zarokan nekujin dan dinayayê. Wan bang li civaka navneteweyî kir da ku êrişên qirker ên dewleta Tirk bisekinînin û mafên zarokan biparêzin.

Yek ji destketiyên herî mezi li Rojavayê Kurdistanê û li temamê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê xwendina bi zimanê dayikê û perwerdeya demokratîk e. Armanceke êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk jî tinekirina vê azadiya di warê perwedeyê de ye. Mamoste û zarokên bajarê Tirbespiyê li ber vê rabûn û bi çalakiyekê wan peyama “em dixwazin bi azadî bijîn” da.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran mamoste û xwendekarên bajarê Tirbespiyê li herêma Cizîrê daketin meydanan û wan meşeke rûreşkirinê li dar xist. Meşê ji ber deriyê dibistana Şehîd Hesan dest pê kir. Çalakger li kolanên sereke yên bajêr geriyan.

Zarokan nekujin

Meşvanan wêneyên têkoşerên Berxwedana Rûmetê, wêneyên zarokên Serêkaniyê û Girê Spî hilgirtin, ew zarokên ku bûn hedefa êrişên qirker ên dewleta Tirk. Di heman demê de wan pankertên li ser wan nivîsandî “Em dixwazin bi azadî bijîn”, “Na ji kuştina zarokan re” hilgirtiin. Meş li meydana Azadî bi beşdariya girseyî veguherî mîtîngê. Piştî rêzgirtina ji şehîdên Şoreşa Rojava re, daxuyanî ji aliyê şagirta dibistanê Dilvîn Silêman ve hate xwendin.

Bêdengiya dinyayê jî şermezar kirin

Dilvînê di daxuyaniyê de got, “Li ser navê xwendekarên bajarê Tirbespiyê, em kiryarên dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê şermezar dikin. Dewleta Tirk di êrişên xwe de zarokan bi çekên kîmyewî dikuje. Zarokan ji mafê wan yê xwendin û lîstikê dûr dixe. Careke din jî cîhan çavê xwe li hemberî van kiryaran miç dike.

Em wek xwendekarên bajarê Tirbespiyê bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku êrişên dewleta Tirk bidin rawestandin û mafê zarokan biparêzin.”

Mîtîng bi gotina dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bimre qatil Erdogan” bi dawî bû.

 

JINNEWS/QAMIŞLO