Hevseroka MSD´ê Îlham Ehmed piştî ku weke qiseker beşdarî konferansa li ser Fikrên Ocalan a li Mala Lordan a li Parlamena Ingilistanê bû, hevdîtinên xwe li paytexta Ingilistanê Londonê dewam dikin.

Îlham Ehmed bi edîtorê dîplomasiyê yê rojnameya The Guardian Patrick Wintour, bi rêveberê nûçeyên ji derve yê rojnameya Daily Telegraph Roland Oliphant, bi beşa dinyayê ya BBC´yê û beşa wê ya Erebî re roportajên taybet kirin. Paşê li saziya fikr a bi navê  Chatham Houseê de ku Melikeya Ingilistanê Elizabeth seroka wê ya rûmetê ye, beşdarî civîneke maseya gilover bû û li wir hem axivî û hem jî bersiv da pirsan.

Îlham Ehmed got, “heta niha em li Sûrî li derveyî pêvajoya siyasî ne. Di komîsyona amadekirina destûrê de jî em nînin. Heta rewş ev be, em ê ji xwe re li rêyên din bigerin.

Em dixwazin Sûrî bi şêwazê herêmên xweser bê birêxistinkirin. Mesela ew deverên ber behrê, Elewiyên Ereb, hin ne Misilman, Misilman û Kurd jî lê hene, lê rengê wir diyar e. Ew der dikare bibe herêmeke xweser. Bakur û rojhilat tevî Rojava, jixwe bûye herêmeke xweser.

Me xwest em Sûrî jî biguherînin, me li herêma xwe ew rejîm guhert. Şêwazê rejîma berê di hundir herêma me de tine ye, yanî li Bakur û Rojhilatê Sûrî nîne. Em hewl didin vê rejîmê li Şamê jî biguherînin. Da wek xwe nemîne. Bi rêya destûrê û hilbijartinan guhertinek çêbe.

Me minaqeşe kirin, ji bo çareseriyeke giştî ji bo Sûriyê jî. Lê encam jê derneket. Ji bo wê jî em dibêjin, beşdarbûna Rêveberiya Xweser di nava muzakereyên Cenevre û komîteya Amadekirina Destûrê de pirr girîng e.

 

LONDON