SELAMÎ ASLAN/DÎHABER/ŞENGAL


Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û li Şengalê komkujî pêk anîn. Bi hezaran jin û ciwanên Şengalî revandin. Bi sed hezaran Êzîdî ji cih û warên xwe bûn. Hêj bi hezaran jin û zarokên Êzîdî di destê DAIŞ‘ê dene. Bi sedan jin ji destê DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin. Yek ji jinên hatî rizgarkirin Necat Bapîr a 35 salî ye ku beriya bi 5 mehan ji aliyê YBŞ‘ê ve hat rizgarkirin. 

Bapîr, diyar kir ku li gundê Domiz ê nêzî Şengalê rojek berê hat diyar kirin ku dê DAIŞ têkeve Şengalê û got: “Lê cîranên me yên Ereb, Kurd û Misliman em şaş kirin. Roja berî fermanê ez rabûm, li dora me cîranên me yên Ereb, Kurd û Misliman hebûn. Wan nedixwest em derkevin. Ew girêdayî DAIŞ’ê bûn. Ji me re gotin tiştek tine û xwestin em li cihê xwe bimînin. Heger wan wisa negotiba emê biriya fermanê bi şevekê derketana.”




Jinên ciwan hilbijartin


Bapîr, anî ziman ku dema ji DAIŞ’ê reviyan maşîna bavê wê xera bûye û nekariye xwe ji destê DAIŞ‘ê rizgar bike û got, “Dema erebeya me xera bû, 2 erebeyên DAIŞ‘ê hatin, dor li me girtin. Em birin midûriyeta nifûsê ya Şengalê. Em jn, mêr zarok tev birin wir. Zarok, jin û mêr ji hev cuda kirin. Hemû jinên ciwan ji nava me derxistin û birin. Em jî birin avahiya KDP’ê ya Şengalê. Jinên ciwan ji nava me derxistin û birin. DAIŞ’ê piştre em birin Baduşê. Li wir çavên me girêdan. Em 2 rojan li Baduşê hiştin. Li wir xwarin tine bû di tangên benzînê de av didan me. Di nava DAIŞ’ê de Mislimanên Şengalê hebûn û ew Kurd û Ereb bûn.



YBŞ’ê ew xilas kirin


Bapîr diyar kir ku piştî ew ji Baduşê birin Sûriyeyê salekê di zindana 4 qatan di binê erdê de hat hiştin û wiha pê de çû: “Li pêş çavên me keçên me bi 5 hezar kartên telefonê difirotin hev. Zarokên şîr bi 2 hezaran difirotin. Dema em birin Sûriyê 600 jin û zarok hebûn. Em birin Sûriye û xistin zindana di bin erdê de. Em salekê di zindanê de hiştin. Xwarina pir xerab didan me. Salek şûnde min telefona hevserê xwe da û min got ger hûn min bifiroşin, min bifiroşin hevserê min. Min got hevserê min dê min bikire. 15 roj şûnde gotin, ‘Were bi hevserê xwe re biaxive. Lê min ji wan bawer nekir. Min got, dê hin kesên din bi min re biaxivin û ez neçûm, neaxivîm. Piştre, gotin, tê bi pergala dîmen hevserê xwe bibînî. Ez qena bûm. Ji bo ku ez bi telefonê bi axivim zarokê min ji min standin û ez birim Navenda DAIŞ’ê. Dema ez bi hevserê xwe re axivim, gotin, di destê YBŞ‘ê de hevsera fermandarekî DAIŞ’ê ya bi navê Ezîze heye. Gotin dê hevsera DAIŞ’ê bi 50 malbatan re biguherin. 


Em dixwazin li Şengalê bin


Bapîr a mala wan li gundê Domîsê, diyar kir ku niha li malekê dijîn û got: “5 mehan berê ji destê DAIŞ‘ê azad bûm. Beriya ku ez bi hevserê xwe re biaxivim, min bawer nedikir ku ji destê DAIŞ‘ê rizgar bibim. Em rizgar bûn, lê bi hezaran jinên Êzîdî di destê wan de ne. Em azad bûn, lê hiş û aqilê min li ser jin û zarokên di destê DAIŞ’ê de ye. Yên ji destê wan rizgar dibin, dişînin Elmanya. Lê ev ne rast e. Em naxwazin ji Şengalê biçin. Em dixwazin li Şengalê bijîn. Niha yek jî zaroka min bi giştî 14 xizmên me di destê DAIŞ’ê de ne.