Endamê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd ji rojnameya me re peyivî. Li ser dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ´ê Bedran Çiyakurd agahiyên balkêş dan.  Li ser pirsa elaqedarî dadgehkirina DAIŞ´iyên biyanî Çiyakurd got, “Em dixwazin ku endamên çeteya DAIŞ´ê li devera sûc kirî bên dadgehkirin û cezakirin.Ji bo ku em vê bi awayekî şênber plan bikin jî xebatên me dewam dikin.

Li aliyê din gelek welat jî dildar xuya nakin ku rahêjin welatiyên xwe yên DAIŞ´î dadgeh bikin. Ya rastî gelek gumanên me jî hene, heger ev teslîmî van welatan bên kirin dibe ku dadgehkirineke adil çênebe. Esas, em zêde jî naxwazin wan teslîm bikin. Dibe ku sûcnekirina li welatên wan a van endamên çeteyê, weke sedemeke sivikkirina sûc bê dîtin. Yan jî ew ê îdîa bikin ku, derheqê wê yekê de ku wan sûc kiriye, di destê wan de ti delîl nînin. Ev yek jî wê rîskê dihewîne ku ev sûcdar bên cezakirin û serbest bên berdan, ji nû ve li karê terorê vegerin. Weke Rêveberiya Xweser, derbarê sûcên van kesan ên li dijî gelên me herî zêde em xwedî agahî û belge ne. Ji ber wê jî em yeqîn dikin ku li vir bvi destê me bên dadgehkirin, ev ê rasttir û adiltir be.

Lê belê, maneya vê ne ew e ku ev welatên hanê ne xwedî berpirsiyariya qanûnî, siyasî û exlaqî ne. Ya ku divê ji bîr nekin, ev e: Ev kes li wan welatan bi azadî diçûn û dihatin.Bi awayekî fermî ji welatan derketin û hatin li vir li dijî mirovahiyê sûc kirin. Ji ber vê yekê, qet nebe di meseleya dadgehkirinê de ew welatên welatiyên wan di destê me de di mijara dadgehkirinê de alîkariyê bikin bi Rêveberiya Xweser re. Jixwe li ser mijarê hevdîtinên me bi wan re wê çêbin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN