´Pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê tenê bi hevkariya siyasî nîne, di heman demê de pêwîstiya xwe bi hevkariya çandî û hunerî jî heye. Ji ber ku ev tişt hevdu temam dikin.´

Berhemên hunerî yên bi kerpîç û heriya kîlê ji bo mûzexaneya Kobanê hatibûn çêkirin, di pêşangeheke li Silêmanî de hatin nîşandan. Hunermendan diyar kir ku ew dixwazin bi hunerê xwe piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê û sînoran ji holê rakin.

Projeya hunerî ya bi navê ‘Em diyar in’ ya ji aliyê Hunermenda Kurd Ozlem Yaşar û hunermendê Swîsrî Werner Neuhaus ve li bajarê Silêmanî bi hevkariya Komeleya Mesele hatibû destpêkirin, pêr bi pêşangehekê li navenda Kurdolojiyê hate nîşandan. Hunermenda Kurd û yê Swîsrî ev demek bû li Silêmanî bi kerpîç û heriya kîlê nexçe, nivîs û sembolên manedar xêz dikirin. Wan dê ev berhem diyarî mûzexaneya Kobanê bikirina. Lê ji ber destûrnedana derbasbûna di sînor re û hin pirsgirêkên din hunermend neçar li Silêmaniyê ev berhemên xwe çêkirin û piştî pêşangehên li Başûrê Kurdistanê, van berheman wê bişînin Rojavayê Kurdistanê. Heta xwediyên projeyê dixwazin li Helebce û li Kobanê ji kerpîç û heriya kîlê hin berhemên din jî li yên heyî zêde bikin.

Pêr êvarê li Navenda Kurdolojiyê ya bajarê Silêmanî, berhemên çandî yên hatine amadekirin hemû di pêşangehekê de hatin nîşandan. Hunermend, hunerhez û welatiyên bajêr elaqeyekle mezin nîşanî Pêşangehê da.

Pêşangehê bi rêzgirtina ji bo şehîdên doza Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê belgefilmek li ser xebatên projeya ‘Em diyar in’ hate nîşandan.

Pêwîstî bi hevkariya çandî jî heye

Rêveberê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmanî Babekir Direyî di vekirina pêşangehê de axivî û kêfxweşiya xwe ji projeya hunerî anî ziman: “Pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê tenê bi hevkariya siyasî nîne, di heman demê de pêwîstiya xwe bi hevkariya çandî û hunerî jî heye. Ji ber ku ev tişt hevdu temam dikin.”

Li wir bi dawî nabe

Piştî Babekir Rêveberê Navenda Kurdolojiyê ya Silêmaniyê Dr. Osman Ehmed jî got, “Em nikarin bi hunerê xwe qirkirinê bidin rawestandin û li dijî dijminên xwe rawestin. Lê em dikarin bi vê rêyê peywendiyeke zindî li gel gelên din saz bikin û êşên xwe li pey xwe bihêlin.”

Hunermendê Swîsrî Werner Neuhaus yê li gel Ozlem Yaşar xwediyê projeyê ye jî axivî û diyar kir ku ev projeya li wê merhaleyê bi dawî nabe. Neuhaus têkildarî projeyê got, “Projeya me li vir bi dawî nabe, em ê her hewl bidin wê bi pêş bixin. Em ê li Helebce û Kobanê hinek berhemên din yên weke van lê zêde bikin.”

Karên kolektîf bi hêz dikin

Piştî hunermendê Swîsrî hunermenda Kurd, Ozlem Yaşar projeyê weke projeyeke bihurîna li sînoran nasand û wiha axivî, “Mebesta me ji vê projeyê derbaskirina sînoran e. Vê projeyê îspat kiriye ku karên kolektîv û bi hev re me bihêztir dikin. Em difikirin dema bê jî projeyên bi heman şêweyî bi pêş bixin.”

Piştî axaftinan xwediyên projeyê û kesên li pêşangehê amadebûn gûftugoyek li ser projeyê kirin.

Projeya ‘Em diyar in’ li ser kerpîçê û heriya ji kîlê, wêne, sembol û nivîs tên xêzkirin. Ev berhemên hunerî yên tên amadekirin wê diyarî muzaxaneya Kobanê bê kirin. Rêkxerên projeyê biryar dane di 16’ê Adarê de ku salvegera kîmyabarana Helebceyê ye jî van berhemên hunerî li Helebce nîşan bidin. Her wiha plana xwediyên projeyê ku berhemên xwe li çar parçeyên Kurdistanê di pêşangehan de bidin nîşan û herî dawî bixin muzexaneya Kobanê.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ