Hevserokê KCD-E´yê Yuksel Koç ê ku îro 60 roj in li Srasbourgê tevî 13 hevrêyên xwe di greva birçîbûnê de ye, nameyeke eşkere ji raya giştî ya Elman û Ewrûpî re şand. Koç, çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD´ê Leyla Guven a di 99 rojiya xwe de bi bîr xist û got, “Ew dixwaze ku tecrîdkirina nûnerê siyasî yê gelê Kurd bi dawî bibe ku li dijî Peymana Mafê Mirovan a Neteweyên yekbûyî ye; û ew dixwaze dawî li şer bê. ev daxwazên 297 çalakgerên di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de yên li hepsên li Tirkiyeyê, li Başûrê Kurdistanê, li ingilîstanê, Hollanda, Kanada, Awusturya, Elmanya û li vir li Strasbourgê.”

Piştî ku zilm û zora AKP û dewleta Tirk a li dijî Kurdan û mixalifên din bi bîr xist, Koç got, “Ez dizanim ku raya giştî ya Elman destekê dide van daxwazên me yên insanî.”

Koç îşaret bi peywendiyên xurt ên di navbera Elmanya û Tirkiyeyê kir û got, “Ez dizanim ku Elmanya dikare bibe xwedî roleke pêşeng di ferzkirina bicihanîna biryarên Parlamena Ewrûpayê yên 22´yê Çileyê 2019´an.”

Koç got, halê hazir tevî wî, rewşa 7 çalakgeran xirab e, lê ew bi biryar in ku çalakiya xwe dewam bikin heta ku daxwazên wan ên ji bo rêzgirtina ji mafên mirovan û muzakereyên aştiyê dest pê bikin û bi van bangan nameya xwe bi dawî kir: “Em bang li siyasetê dikin ku her tişat mumkin bike da ku mirov nemirin û ev daxwaz pêk bên. Em ji raya giştî ya Elmanyayê jî rica dikin, hem weke navbeynkar û hem jî weke piştgirên van daxwazan kar bikin, û bi vê yekê bikin ku hikûmet û saziyên berpirsiyar karê xwe bikin.”

STRASBOURG

 
 

Karê dîplomasiyê berdar e

 

Li Sydneyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karê dîplomasiyê tê kirin.

Rayedarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Berdevkê KNK’ê Îsmet Taştan dosyayek pêşkêşî parlamenterê Partiya Karker, Poul Lynch kir.

Taşkan di dema serdanê de bi bîr xist ku tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, “Bêdengiya CPT´yê ne ya qebûlkirinê ye.”

Em ê bixin rojeva xwe

Parlamenter Lynch jî got, “Rakirina tecrîdê di heman demê de wê rê li ber aştî û diyalogê veke. Ez vê pêvajoyê dişopînim. Partiya Karker hem li eyaletê hem jî li asta federal wê bikeve nava hewldanan ji bo mijar bikeve rojevê.”

Lynch nerazîbûn nîşanî faşîzma Erdogan da û got, “Erdogan rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û her kesê muxalif weke dijminê xwe dibîne. Ji bo pêşî li karên HDP’ê yên hilbijartinê bigire, bi her rengî zextê dike. Ev yek li dijî demokrasiyê ye.”

 

ANF / SYDNEY