Komîteyên parastinê li bajarê Serêkaniyê hatin avakirin roleke mezin û pratîk di parastina taxên navenda bajar de dilîzin. Komîte weke beşek ji sîstema meclîsên gel e. Ew li ber Hêzên Asayîşê taxên bajar û sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê diparêzin.

Pêkhateya Ereb jî cihê xwe di nava wan komîteyan de digre. Bi wê yekê re komîteyên ji pêkhateya Ereb û Kurd tevî endamên Yekîtiya Star cihên rêzikirî gora sîstemeke nobedariyê diparêzin.

Derbarê mijarê de Endama Yekîtiya Star Sureya Mihemed diyar kir ku ew weke jin dema cihê xwe di parastina bajarê xwe di digre kêfxweş û serbilind e. Ji aliyê xwe ve welatiyê Ereb Ebdo Ehmed got ku: “YPG/YPJ`ê tevahiya Serêkaniyê diparêzin. Em jî bi riya komîteyên xwe yên parastinê piştgirî û alîkariya wan dikin.” 


SERÊKANIYÊ