Siyasetvan, pêşmerge û hunermendên ji Başûrê Kurdistanê doh ji bo protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe da Qendîlê. Çalakvanan li wir desteka xwe ya ji gerîla re dubare kir û got, ew ê bergiriya Qendîlê bikin.
Nerazîbûna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Piştî meşa ciwanan, vê carê jî komek ji siyasetvan, pêşmergeyên dêrîn û hunermendan ji Silêmanî berê xwe da Qendîlê.
Rêveber û endamên Tevgera Azadî, Eniya Gel a Demokratîk, REJAK, Tevgera Çand û Huner a Demokratîk ber destê sibehê, bi 2 otubusan berê xwe da Qendîlê. Pêşmergeyên Dêrîn, helbestvan û hunermend jî di nava komê de hebûn.
Civak xwedî li Qendîlê derdikeve
Girseya gel di ser Dûkan û Ranya re xwe gihand Qendîlê û çû serdana konê çalakiyê yê ciwanan. Di pêşwazîkirinê de li ser navê Pêşmergeyên Dêrîn, Hikmet Ebullah û Hunermend Casimê Saz axivîn. Axaftvanan piştgiriya xwe ya ji bo gerîlayan anî ziman û destnîşan kir ku ew ê bi her awayî bergiriya Qendîlê bikin.
Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, ji 8’ê Hezîranê ve li Qendîlê dest bi çalakiya “Mertalên Zindî” kirine.
QENDÎL