Weke gelê herêmê; Ereb, Kurd, Suryanî, Çerkez, me hemûyan dest da hev. Ji bo em welatê xwe ava bikin, ji bo em bajarên xwe ji nû ve çêkin me dest da hev.

ERSÎN ÇAKSÛ / DÊRA ZOR

Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê ku piştgiriyeke xurt didin operasyona QSD’ê, diyar kirin, çawa ku bajarên xwe bi hev re azad dikin, wê bi hev re jî bi rê ve bibin.

Eşîrên Ereb ên li herêma Dêra Zorê, destekeke mezin didin operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li dijî DAIŞ’ê. Eşîrên ku demeke dirêj di bin zilma DAIŞ’ê de man û gelek ferdên wan hatin kuştin yan jî bi zorê ew dan şerkirin, niha di nava operasyona QSD’ê de cih digirin, ji bo herêma xwe ji DAIŞ‘ê paqij bikin. Rûspiyên eşîrên herêmê dibêjin, ji bo xaka xwe ji çeteyan paqij bikin ew weke gelên herêmê di bin sîwana QSD’ê de li hev civiyane. Her wiha rûspiyên eşîran dibêjin, ev yekîtiya wan tiştekî taktîkî nîne, stratejîk e.

Yek ji van rûspiyan, ji pêşengên eşîra Şihêtatê, Necîm Necrîs e. Kurekî Necrîs ji aliyê DAIŞ’ê ve hate kuştin. Necrîs diyar kir ku beşeke mezin a xaka wan bi fedakariya QSD’ê ji çeteyan paqij bûye û got, piştî ku DAIŞ bi temamî li herêmê hate qedandin, ew ê dest bi avakirina bajarê xwe bikin. Necrîs wiha peyivî: “Weke gelê herêmê; Ereb, Kurd, Suryanî, Çerkez, me hemûyan dest da hev. Ji bo em welatê xwe ava bikin, ji bo em bajarên xwe ji nû ve çêkin me dest da hev.” Necrîs destnîşan kir ku bi saya ewlekariya QSD’ê ew li ser xaka xwe azad in.

Em ê tiştên hîn xweştir bikin

Necrîs anî ziman ku gelek hêzan hewl daye li ser wan desthilatdar bin, lê belê wan qebûl nekiriye û wiha axivî: “Gelek hêzên cuda hatin bajarê me. Lê me kes ji wan qebûl nekir. Lê belê niha QSD heye. Em niha di nava rewşeke demokratîk de ne û hewl didin bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Li aliyekî em karê çandiniyê dikin, li aliyê din jî xizmetê ji gelê xwe re dikin. Em hewl didin vê yekê bi hev re bikin. Înşela, dema ku bajarê me bi temamî rizgar bû, em ê tiştên hîn xweştir bikin.”

Niha maf, hiqûq û azadî heye

Necrîs bal kişand ser rojên ku rejîm û DAIŞ li herêma wan bûn û got, “Berê bêhn li me çikiyabû, lê em niha bi rengekî demokratîk xwe bi rê ve dibin. Niha maf, hiqûq û azadî heye. Me berê nikarîbû dengê xwe derxînin, lê niha li rojhilat û bakurê Sûriyê em dikarin daxwazên xwe bigihînin her derê. Em hewl didin sîstema xwe ya navxweyî, şaredariya xwe, sîstema xwe ya hiqûqê hêdî hêdî ava bikin. Min li vê derê kurekî xwe şehîd da. Em amade ne ji bo her bihosteke xaka xwe şehîdan bidin. Em ê ji her metreyeke xaka xwe re canê xwe feda bikin.”

Em gelên vî erdî ne

Reîsê eşîra Dilêm a li dora bajarokê Ebû Kemalê, Hisêl Eyd El Behrûz jî got, ji bilî hevgirtinê şensekî wan nîne û wiha pê de çû: “Çawa ku erd û ezman ne yek in, rewşa berê û ya niha jî ne yek e. Em dixwazin herêma Hecînê jî tavilê azad bibe û bajarê xwe bi hev re ava bikin. Ev der ne cihek e ku Tirkiye yan jî Îran ava bikin. Weke gelên vê derê, em ê bi xwe vê bikin. Em gelên vî erdî ne, di heman keştiyê de ne. Heger em dest nedin hev û ev keştî bi nav bibe, hingî em ê hemû bimirin.”

Em divê dest bidin hev

Her wiha Hisêl Eyd El Behrûz îşaret bi hevgirtin û tifaqa gelan kir û wiha axivî: “Kurd, Ereb, Suryanî û hemû gelên Sûriyê, em divê dest bidin hev. Em ti carî naxwazin ku Sûriye parçe bibe. Lê di heman demê de divê her bajarekî Sûriyeyê ji aliyê mirovên li wî bajarî ve bê birêvebirin. Em qebûl nakin ku hinek ji derve birêve bibin. Em qebûl nakin ji aliyê rêveberiyeke navendî ve bên birêvebirin. Weke hêzên demokratîk ên Sûriyê, daxwaza me ev e.”

Niha QSD xaka me rizgar dike

Lîderekî din ê eşîra Şihêtatê, Ebdulbasît Elî jî bi bîr xist ku DAIŞ’ê gelek endamên eşîra wan kuştine û got, “Eşîra min di nava Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê de cih digire. Ji ber çeteyan, em berê neçar mabûn ku cih û warê xwe biterikînin. Niha QSD xaka me rizgar dike û em vedigerin. Em ê vî aliyê çem ji çeteyan paqij bikin. Dema ku çete li vir bûn, gelek zilm li me kirin. Piştre me di nava Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê de dest bi kar kir. Me di nava eşîrê de komun ava kirin, ji nû ve li xaka xwe vegeriyan û niha jî ji bo ji nû ve avakirinê em dixebitin. Ev kar gelekî mezin e. Înşela, em ê herêmên ku me bi hev re rizgar kirin, bi hev re jî ava bikin.”