Berxwedana greva birçîbûnê ya Sûltan Yîgît û Şiyar Agaoglû yên li paytexta Awûstûrya Viyanayê mehek li pey xwe hişt. Piştgirî û serdana ji bo çalakgeran jî her ku diçe zêde dibe. Pismamê Şiyar Agaoglû yê ji bajarê Frankfurtê çû serdana wî, bi bîr xist ku grevên birçîbûnê gihîştine asta krîtîk.

Daxwaza me daxwazeke însanî ye

Şiyar Agaoglû li ser çalakiya xwe peyivî û got, "Rewşa me ya tenduristiyê zêde ne girîng e, ya girîng bidawîbûna tecrîdê ye. Xemsariya raya giştî, çapemenî û lîderên dinyayê li pêşberî komkujiyên li dijî gelê Kurd, xemsariya wan a li pêşberî tecrîdê, ne ya qebûlkirinê ye. Daxwaza me daxwazeke însanî ye."

Ew jî berpirsyar  in

Sûltan Yîgît jî berxwedêr û kesên piştgiriya wan dikin silav kir û got, "Çalakiya me bi moral dewam dike. Divê dewlet û raya giştî ya vê derê bifikire bê em çima vê çalakiyê dikin? Heger li ser vê nefikirin û bûyereke neerênî biqewime, ew ê jî berpirsyar bin. Ji ber ku ev 3 sal in em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin."

 

ANF/VIYANA