Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe de, mijarên di rojevê de ne nirxand û got ew mafdar in û çi zû çi dereng, ew ê bi ser bikevin.

Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de bûyera li Sultanahmeda Stenbolê şermezar kir û wiha got: “Tabloyek hovane ye. Hêviya me ew e ku hejmara kesên ku jiyana xwe winda kirine zêde nebin. Em hêvî dikin ku ev bûyer jî wekî yên din di tarîtiyê de nemîne. Em vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin.”

Demîrtaş bal kişand ser girîngiya rojeva Tirkiyeyê û got, “Her roj, her saet agahiyên li ser zilm û mirinê tên. Ev yek veguherî rojeveke ji rêzê ya Tirkiyeyê. Di nava vê rojeva dijwar de, ya ku ji parlamenta welêt tê xwestin çi ye? Li hev bicive, nîqaş bike û li çareseriyê bigere. Çareserî jî nebe, qet nebe divê parlament nîşan bide ku bala xwe li ser rewşê ye. Ez li rojava vê hefteyê ya parlamentê dinêrim; guhertina di qanûna leşkeriyê de... Tu yê bêjî qey rojeva welatekî gelekî dûr e. Tu yê bêjî qey ev der Swêdê, Norwêc e û parlamenta wan e.”


Fermana Qesrê heye

Demîrtaş da xuyakirin, ku ji hikûmet û parlamentê ferman hatiye dayîn ku van mijaran nexin rojeva xwe û got, “Ez nabêjim ferman ji walî, qeymeqam, polîs re hatiye dayîn. Ferman ji parlamenta welêt re hatiye dayîn. Rewşa tirsnak jî ev e. Ji parlamentê re hatiye gotin; ev mijar wê nebe rojev. Kê gotiye? Qesrê gotiye. Ew bi xwe li vê mukur hat. Got, ‘Hûn bixwazin jî nexwazin jî rejîm guheriye’. Parlament di rewşa heyî de, bûye reben.”


‘Ev lêlê ye, hîn ê lolo ya vê heye’

Demîrtaş di dewama axaftina xwe ya li ser mijarê de got, “Ji AKP’ê re hatiye gotin; hûn di vê wextê de bi karê pûç re mijûl bin. Ew jî niha vê dikin. AKP niha bi karên pûç re mijûl dibe.”

Demîrtaş da xuyakirin, ku parlament bi bicihanîna karê Qesrê re mijûl dibe û got, “Ji vê re jî dibêjin sîstema serokatiyê. Rejîma ku ew dibêjin ‘hûn bixwazin jî nexwazin jî hatiye guhertin’ ev e. Bêyî destûra bingehîn vê bi cih tînin. Eger rabin vê bi destûra bingehîn ewle bikin, hingî lê bifikirin bê wê çi bikin. Yên dizanin hene; çîrokek heye. dibêje: ev lêlê ye hînê loloya vê heye.”


‘Gel niha berdelê vê dide’

Demîrtaş da zanîn, ku sedema bingehîn a vê xwîn û rondikên çavan ên tên rijandin, sedema şerê heyî, ferza sîstema serokatiyê ye û got, “Gel niha berdêla vê dide. Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê destpê kir û bênavber dewam dike. Her kesên vê qebûl nekin, weke dijmin tên dîtin. Çi li dijmin tê kirin, li wan tê kirin. Çi çapemenî, çi akademî, dema mekanîzmayek dikeve nava tevgerê, wê weke dijmin îlan dike, lînc dike, yan dikuje yan jî digire. Ji ber ku biryar dane. Di bin navê serokatiyê de wê dîktatoriyê bînin.”


Silav û rêz ji bo navçeyên berxwedêr

Demîrtaş axaftina xwe bi vî rengî domand, “Li aliyê din, li dijî monarşiya dîktatorî, li dijî rejîma yek şexsî, em hene” û destnîşan kir, ku ew alîgirê piralî, xurtkirina rêveberiyên xwecihî, xurtkirina demokrasiya xwecihî ne. Demîrtaş got, “Li şûna yek zimanî, em dibêjin pir zimanî. Em dizanin ku ya ku yekîtiya me pêk tîne ne nirxên faşîzan e, nirxên gerdûnî ne. Em li dijî vî tiştê li ser me tê ferzkirin li ber xwe didin. Divê civaka Tirkiyeyê van her du rastiyan bibîne. Ya em ê winda bike û Tirkiye teslîmî vê faşîzmê bibe û bê nefes bimîne. Yên ku îro bi heyran-qurban li ber digerin wê sibe bibin hedefa faşîzmê. Yan jî ew ê bi me re li ber xwe bidin. Ya wê li ber faşîzmê bigerin, yan jî wê bi me re li ber xwe bidin.” Demîrtaş destnîşan kir, ku ew mafdar in û çi zû çi dereng, ew ê bi ser bikevin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de got, “Em ne alîgirê parçebûna welêt in, em dixwazin xwecihî çêtir bixebite. Silav û rêzên xwe ji tevahiya gelê me yê li Cizîr, Sûr, Silopiya û hemû gelê me yê berxwedêr dişînim.” 


 ENQERE




Li Sûltanahmetê teqîn: 10 kes mirin 


Li meydana Sûltanahmet a Stenbolê doh berî nîvro teqînekê rû da, li gorî agahiyên Walîtiya Stenbolê di teqînê de 10 kes mirine û 15 kes jî brîndar bûne. Hat gotin 10 kesên ku jiyana xwe ji dest dane turîst in. Her wiha Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) da zanîn ku êrîşkarê bombeya zindî welatiyê Suudî Erebîstanê ye û navî wî Nabil Fadli yê endamê DAIŞê ye. Weşana li ser teqîna Sûltanahmetê hat qedexekirin.

Hat ragihandin ku cihê teqînê lê rû daye, derketina ji Qesra Topkapi û rêya ketina Ayasofya ye. Walîtiya Stenbolê da xuyakirin ku di teqînê de 10 kes mirine, 15 kes jî birîndar bûne. Şahidên bûyerê ji rojnamevanên nêzî cihê bûyerê re ragihandin, ku teqîn li nêzî wesayîteke polîsan pêk hatiye.  Her wiha li gorî îdîayeke din, teqîn di nava komeke tûrîst de pêk hatiye. Li herêma teqînê lê rû da, wesayîteke polîsan wergeriya û li cihê nêzî wesayîtê hat dîtin ku gelek kes li erdê dirêjbûyî ne.

Polîsan herêmeke berfireh vala kirin û rojnamevan ji cihê bûyerê hatin dûrxistin. 


 STENBOL