Hin ji wan di nava vê bêsînoriyê de wenda dibûn, diçûn û hin ji wan jî vediciniqîn ka çend li dora xwe dîwar lêkirine û di zindana bi destê xwe deribandî de asê mane. Ji vê ye, rêwiyên heqîqetê tenê ne, bi êş û azar in. Lingên wan qelişî û bi kul in. Dilên wan bi birîn in, û birînên wan her tim diaxivin.
Li cihê sînor hebin, serbestî berbendkirî ye. Di nava van berbendan de çiqasî şensê azadiyê heye. Belkî jî divê em berepaş jî bi ser mijarê de biçin û bipirsin, eger azadî nebîne meydana serbestiyê wê karibe bi çi kirasî bimîne?
Rêşad SORGUL
Mejî weke çiyayekî agirî ye. Her tim dikele, dipijeqe û dorê li xwe fireh dike. Di navbera yekê û diduyê de ye. Tevî ku mutesewifan xwedê yek dizanîn jî lê dîsa li dora hebûnên wî yên din digeriyan û wan her hewl dida ew li heqîqetê serwext bibin. Hinek caran li benda bayê bêndera xwe diman. Kengî ba ji aliyê rast bihata bêndera xwe didêran. Belkî jî ya rast ew e, em bibêjin ew her li xwe digeriyan û bi nefsa xwe re di nava cîdalê de bûn. Di tefkîrê de kûr dibûn. Li ber xwe ti sînor û aqar nedidîtin derbas dikirin. Hin ji wan di nava vê bêsînoriyê de wenda dibûn, diçûn û hin ji wan jî vediciniqîn ka çend li dora xwe dîwar lêkirine û di zindana bi destê xwe deribandî de asê mane. Ji vê ye, rêwiyên heqîqetê tenê ne, bi êş û azar in. Lingên wan qelişî û bi kul in. Dilên wan bi birîn in, û birînên wan her tim diaxivin.
Gelo mirov di zindana xwe de be, yan jî di zindana yên din de be? Gelo mirov ê xwe be; bi destê xwe be yan jî li ber deriyê xelkê; ne yê xwe û wenda be. Çê û neçê, ji herduyan wêdetir jî li deryayeke eşqê ya wenda! Gelo birûskên bişiqîn wê ji ewrên avis baranê bibarînin û wê bayên rabin keştiyê bigihînin menzîlê? Ma ne jixwe zehmetî ew e, gelek sînor û tixûb hene. Dîsa dibe wîzewîza pirsan û gincola xwe li nava dil dialînin; me sînor di mejiyê xwe de danîne yan jî sînorên hatine danîn me bi berbend dikin. Ev kirbendeyên li can û rewanê me dikevin, bi destê me ne yan jî bi destê kê ne? Em ê xwe ne? Em ê kê ne? Em kengî dibin ê xwe û em kengî ji destê xwe derdikevin? Dêran e, haho dêran e.
Sînor, xwedî û desthilat
Xwediyên sînoran hene, û ew xwedî ne. Hêza wan heye, desthilat in, û li van tixûban xwe nîşan didin. Çawa ku Xweda heye, xwediyê her tiştî ye; mal û milk hemû yê wî ye. Desthilat jî xwedî ne; mal û milkê wan hene. Xwediyên sînoran bêzar dibin; ne tenê bêzar dibin têne xezebê wexta tu bikevî sînorên wan. Tu li hemberî wan bibî xwedî hêz bi te re şer dikin, eger nikaribin bi te, tu bi wan re dibî cîran. Hûn dibin didu û belkî jî diduyê we yek e. Eger yek bi yê/ya din karibe, yê qaşo serketî li yê/ya daqurtandî digere, her pê dihese tiştek kêm e, lê zehmet e ku têbigihîje wî bi xwe beşekî ji xwe tine kiriye; ne tinekirin, em bibêjin, kiriye ku kiras biguhere.
Em berê xwe didin kîjan alî em li sînoran diqelibin. Bi vê jî em qala serbestiya xwe dikin. Bivênevê em mijara azadî û serbestiyê li ber hev digirin. Li cihê sînor hebin, serbestî berbendkirî ye. Di nava van berbendan de çiqasî şensê azadiyê heye. Belkî jî divê em berepaş jî bi ser mijarê de biçin û bipirsin, eger azadî nebîne meydana serbestiyê wê karibe bi çi kirasî bimîne? Li nava sînorên bê sînoriyê em çawa karibin qala rastiyê bikin? Mirov bi ref û civakê xwe hene. Bi wan qala xwe dikin. Kom xwe bi hewcedariyekê yek bi yê din pênase dike. Xet û xalên bi rizadilî têne danîn; bi wan rabûn û rûniştin dibe û pêkan e ku pê sînorên heyî hilweşin? Gelo rizadilî û nebirizadilî dikarin bi hev re bin weke diduyên dibin yek; weke rengekî li tîrêjê dikeve; diçirise û dibe gelek reng?
Sînorên hest, fikr û civakî
Sînorên tirsê, fediyê, çilekiyê û ezeziyê nahêlin em ji sînorê xwe derbas bikin. Belkî em ditirsin wexta em sînorê xwe derbas bikin, em ê tine bibin. Êdî em ê ne em bin. Em ê ne yê xwe bin! Belkî jî em wilo elimîne û newêrin ji qalikê xwe derkevin? Heye ku tirsa me ji yên din ên weke me û ne weke me be. Dibe ku em ji xwe, ji rastiya xwe fedî bikin û em ji tîrêjên rojê bibizdin? Yan jî çavê me bar nabe ku em qebûl bikin em weke her kesî û her tiştî ne? Xwedê zane, em li hespê kê suwar bûne yan jî xwesuwarbûyî dihesibînin û di heqîqetê de em peya ne, ji ber ku me dev ji kerê xwe berdaye.
Em xwe û yên din; yên din û xwe di hêliya rastiyê de bibînin. Em bi qasî xwe bibînin wan jî bibînin. Gelekan bi yekê, yekê bi gelekan bibînin. Heq û heqîqet, dad û dadwerî li gorî rêzik û pîvanên wekhev na, li gorî çi hewce ye, çi ne hewce ye, bêne danîn wê sînorên dibin berbend rabin; xet û xalên li rûyê bedewê bêne danîn; rindî û delalî xwe li gorî dilan bifesilînin û biedelînin. Mîna Şeroyê Biro gotî; ew gogerçîna me ya xwe li Agirî daniye, per û bazkên wê quraxî û avî girtine, bi hilatina rojê xwe dawişîne, rabe bifikire li ezmanê xweşgerdenê.
Sînor û tixûb gelek in. Gelo yên me bin û ne yên me bin wê çi cudahiya wan hebe? Dibe ku em wisa bifikirin; destê me û ne destên me yên bûne destên me. Fena ku ji me re bibêjin; mirov ne bi destê xwe be. Û heta mirov ne yê xwe be. Gelo pirsgirêk bi giştî sînor in, yan jî sînorên ne yên mirov in. Dîsa mîna dengek ji nava dil bê û bibêje, hedê xwe zanibe. Lê dengekî din dengê xwe li dengê din dike û dibêje, êdî bes e, te bêhn li me çikandiye, bihêle em bêhna xwe bi dilê xwe bidin. Heye ku ev gotina dawî ne bi temamî be jî hinekî merama me biguvguvîne yan bibilîne. Qe nebe em karibin bi dilê xwe bêhna xwe bidin. Kengî me bi dilê xwe sînorên xwe danîn an jî rakirin, hingê em dikarin bibin yek û ji yeka xwe jî bibin gelek.