Di çalakiya rûniştinê ya bêdem de îro roja 23´yan e. Bernameya çalakgeran a doh bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Saet 14´an ber bi avahiya CPT´yê ya ser bi Konseya Ewrûpayê ve meşek û piştî wê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Koma Şanoyê ya Ehmedê Xanî ya ser bi TevÇandê jî lîstikeke şanoyê pêşkêş kir.

Li ser navê komîteya amadekar a çalakiya rûniştinê ya bi armanca ku hevdîtin bi Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bê, sihet û ewlekariya wî bê misogerkirin, Suleyman Gunyeli doh ji çalakgeran re peyivî, û got, çalakiya wan her roj nêzîkî armanca xwe dibe û heta ew bigihîjin armanca xwe jî wê çalakiya wan dewam bike.

Gunyelî li vir wekî din got, her çalakger di heman demê de divê xwe wekî propagandavanekî jî bibîne û wisa jî bike û wiha dewam kir: "Sebra me, biryardariya me û berxwedêriya me wê diyarker bin ku ev çalakî bigihêje armanca xwe."

Gunyeli got, çalakiya Pirtûkxaneya Ocalan serketî bi rê ve çûye û bi encam bûye, û wiha dewam kir: "Em ê bi rêbazên cihê û çalakiyên cihêreng dewam bikin û Rêbertiya xwe biparêzin. Ne mumkin e ku Rêbertî yek kîliya bi tenê jî ji hiş û dilê gelê Kurd derkeve."

Gunyeli îşaret bi erdheja li başûr û rojhilatê Kurdistanê texrîbatên  mezin kirî û bûyî sedema mirina gelek kesan jî ûsersaxî ji gelê Kurd re xwest, û got, di şer û felaketan de "weke Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd em ê timî li cem gelê xwe cihê xwe bigirin" 

Li aliyê din nobeta azadiyê ya ji Hezîrana 2012´an ve dewam dike jî, nobetdarên xwe guhertin. Koma Kurdistaniyên ji bajarê Elmanyayê Essenê hatî ya ji pênc kesan ev nobet dewr girt. 


STRASBOURG