Bagok bi bîr xist ku beriya niha YDG-H hebû û wiha got: “Ev yek bi pêşengiya ciwanan dimeşiya. YPS li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî ciwanên me yên gelê xwe diparastin, ava bû. YPG niha ji bo parastina gel, tax û kolanên xwe, bi awayekî aktîf dixebite.”

Bagok ragihand, sîstema heyî ya niha li Rojhilata Navîn bi şer li ser civakê tê ferzkirin, sîstemeke êdî gel bi rê ve bibe nîne û ev nirxandin kir: “Mîna ku Rêberê Gelê Kurd jî dibêje; Dibe ku li Rojhilata Navîn bihara gelan derkeve holê û vê biharê bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd re dest pê kir. Di nava vî agirê îro tevahiya Rojhilata Navîn dişewitîne de kurdan li erdnîgariya xwe mizgîniya biharê dan.”


‘Tekane rê xwerêvebirî ye’

Bagok da xuyakirin ku şerê YPS’ê ne tenê parastina çekdarî ye û diyar kir ku xwerêveberî ji tenduristiyê heta aboriyê tê wateya qutkirina têkiliya bi dewletê re ye û wiha bi dawî kir: “Eger em saziyên dewletê nas nekin, divê em saziyên xwe ava bikin. Girîng e em ji niha û pê ve nehêlin Enqere zilmê li me bike. Çê yan jî neçê, ji bilî xwerêvebirinê şensekî me ji niha û pê ve nîne. Lewma divê tu kes vê mijarê weke karekî demkî nebîne. Eger îro ji bo Cizîrê serhildaneke giştî pêk bihata, ew ê biba sal, mehên me yên fînalê. Pêwîste gelê me êdî helwesta xwe nîşan bide û cewhera xwe derxîne holê. Divê civaka kurd xwedî li qadên xwerêveberiyê derkevin. Em ê çeteyên faşîst ên li Kurdistanê têk bibin.” 


 MÊRDÎN