Di daxuyaniyê de hat gotin, “Teqînên di 14’ê Tebaxa 2007’an de li gundên Til Izêr û Siba Şêx Xidir ên Şengalê rû dan, destpêka fermana 73’an îro li ser gelê me rabûye, bû. Êrîşên li hemberî nirx û baweriya me ya Êzidiyatiyê, di tevahiya sedsalê de dewam kirine. Êrîşên 14’ê Tebaxê jî, fermanek ji bo me ji ol û nirxên me qut bikin, bû. Di nava vê teqînê de gelek dewlet û hêz hebûn. Hemû hêzên li hemberî êrîşên wê demê qewimîn tedbîrên pêwîst negirtin, berpirsyarê komkujiya îro ne. Tevî agahî hatibû wergirtin ku teqînê rû bide, ji bo ewlekariya gel tedbîr nehatin girtin. Ev yek, hevkariya ji êrîş û teqînê re ye.”
‘Me pêwîstiya bi xweparastinê dît’
Fermandariya YBŞ‘ê da zanîn ku bi fermana dawî re weke ciwanên Êzidî wan pêwîstiya bi xweparastinê dîtiye û dewam kir:
“Weke gel me fêm kir ku divê em parastina xwe ji ti hêzê, bi taybetî jî bi ti navendeke derve ve girê nedin. Teqînên li Til Izêr û Siba Şêx Xidir û fermana dawî ya 3’ê Tebaxê ev rastî careke din bi zelalî raxist pêş çavên me. Weke civata Êzidî bi 73 fermanên li me rabûne re -ku em bûyera 14’ê Tebaxê jî weke fermanekê dibînin- me fêm kir ku parastin sedema hebûnê ye. Gelekî bêparastin bi tinebûnê re rû bi rû ye. Di nava xwezayê de zindiyê herî biçûk jî xwedî sîstema parastinê ye. Weke gel, ji ber ku artêşa me û hêza me ya parastinê di vê demê de tinebû, DAIŞ û dijminên gel ên mîna wê, bûn xwedî cesaret. Li ser bingeha vê rastiyê, li xaka Rojhilat Navîn ku timî rastî êrîşên hêzên derve tê, avakirina hêza xweparastinê di asta jiyanî de girîng e. Weke jin û xortên Êzidî me jî Yekîtiyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin. Yekîneyên me yên ku piştî fermana 3’ê Tebaxê ji bo paqijkirina xaka me ji çeteyên DAIŞ’ê, ji bo hilanîna tola mirovên me yên şehîd hatine xistin û ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên hatine revandin hatin avakirin, di serî de komkujiyên 14’ê Tebaxê û 3’ê Tebaxê, wê hesabê 73 fermanan bipirsin. YBŞ garantiya jiyana Êzidiyan e.”
ŞENGAL