
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî hebûna DAIŞ'ê ya li Reqayê, di roja 30'emîn de didome. Di pêngava "Şerê Mezin" de eniyên rojhilat û rojava yên Reqayê ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Şerê li Reqayê niha li taxên Rewda û Nehdayê dijwar bûye. Her roja derbas dibe, dor li DAIŞ'ê tê tengkirin, fermandara YPJ'ê Fîdan Kobanê eşkere kir ku di vî şerî de şervanên jin dîrokê dinivîsînin.
Kobanê, dest nîşan kir ku ev 7 meh in ku wan li derûdora Reqayê operasyon daye destpêkirin, destpêkê ji 3 milan ve bajar dorpêç kirine. Kobanê piştrast kir ku wan eniyên rojhilat û rojava ji DAIŞ'ê paqij kirin û bi berdêleke mezin xwe gihandine navenda Reqayê, ji bo bajêr bi tevahî ji DAIŞ'ê paqij bikin, operasyon bê navber dewam dike.
Hêviyên gel em in
Kobanê bi bîr xist ku gelek hêz di bin sîwana QSD'ê de cih digirin û wiha axivî: "Me jî bi navê YPJ'ê di vê pêngavê de cih girt. Wekî hêza jinê amadekariyeke xurt hebû. Me bi moraleke mezin dest bi vê pêngavê kir. YPJ gaveke dîrokî avêt. Hemû cîhan di wê bendewariyê de bû ku YPJ biçe Reqayê. Hêvî û bendewariyên gelê me ne pûç bûn. Em ê navenda Reqayê diyarî gelên xwe bikin."
Reqayî bila bi me re şer bikin
Kobanê piştrast kir ku şerê li navendê şerê hemû gelan e û wiha pê de çû: "Ev roj, rojên mirovahiyê ne. Em hemû ji bo mirovahiyê ji faşîzma DAIŞ'ê rizgar bikin, têdikoşin. Bila Reqayî êdî netirsin. Bila bên bi me re mil bi mil şer bikin."
YPJ dê bibe kabûsa DAIŞ'ê
Kobanê derbirî ku ew ji bo armancên jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dimeşin, di vê têkoşînê de jin di warên ruhî, fîzîkî û fikrî de cih digirin û got: "Tişta ku bikeve ser milê YPJ'ê dê bi layîqî bîne cih, ew dê bibin kabûsa DAIŞ'ê. Kobanê da zanîn ku jin mil bi mil ji bo azadkirina Reqayê têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo wehşet û hovîtiya DAIŞ'ê ya li dijî civakê bê tinekirin, em dê derba dawî lê bidin. Ev hişmendiya qirêj a ku rûmeta jinê dike binê piyan, em ê di dilê wê de derbê lê bidin. Em dixwazin hemû kesên bêhna azadiyê ji wan tê, di vê pêngava dîrokî de.
NAZIM DAŞTAM / DÎHABER/REQA
DAIŞ têk diçe
Hemleya rizgarkirina Reqayê xurtî bi rê ve diçe û şervan pêşveçûna xwe ya di bajêr de didomînin. Pêr dema ku şervanên QSD´ê ketin taxa Hîşam Ebdilmelik ya başûrê bajarê Reqayê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên dijwar qewimîn. Di encama şer de nîvê taxê hate rizgarkirin. Li aliyê din dîsa pêr şervanên QSD'ê danê êvarî ketin Reqaya Kevin û li vir jî di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar qewimîn. Di encama şer de Qesir Elbenat a li rojhilatê taxa Reqaya Kevin, hat rizgarkirin.
Di encama şêrê li vir de 34 çete hatin kuştin û gelek termên çeteyan ketin destê şervanan. Her wiha çend navendên çeteyan ên girîng ku cihekî rakirina balafirên keşfê bû û cihekî ragihandinê bû, hatin rûxandin.
Balefir ji derbên QSD'ê nefilitîn
Şervanên QSD`ê du balafirên keşfê yên çeteyên DAIŞ`ê li taxa El-Qadîsiyê ya Reqayê, xistin xwarê. Hat ragihandin ku yek ji balafiran ketê destê şervanan. n REQAcihê xwe bigirin."