HPG’ê têkildarî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Xakûrkê, daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir ku ew ê derba herî mezin a dîrokê li dagirkeran bide.
Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî Xakurkê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, “27’ê Gulanê (pêr) seat 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê li Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin. Hêzên dagirker piştî bombebarana giran a balafirên şer û helîkoperean bi danîna eskeran a li herêmê xwestin hebûna xwe bidin nîşan.”
Rastiyan berovajî dikin
HPG´ê got, çapemeniya şerê taybet a Tirk dixwaze rastiyê berevajî bike, daneyên derew û şaş belav dike. HPG´ê got, dewleta Tirk hewl dide pêvajaoya şer a par li herêma Lêlikanê dest pê kirî li herêmeke din jî belav bike û wiha ji bo vê hewldanê got, “Diyar e ku wê bersiva karîger a Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bibîne û yekê ji şikestên giran ên dîroka xwe wê bixwe.”
HPG´ê got, ew ê li ser êriş û berxwedanê û encamên wê agahiyên berfireh paşê parve bike.
Li îdirê 5 esker hatin kuştin
HPG´ê ji bo çalakiya gerîlayan a 27´ê Gulanê ya li Îdirê jî got, “Hêzên me roja 27’ê Gulanê li dijî wesayîtên zirxî û eskerên piyade yên artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi rêya Qereqola Başaran a navçeya Başan a Îdirê ve diçûn, çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarog hate derbkirin, 5 esker hatin kuştin û gelek esker jî birîndar bûn.”
ANF / BEHDÎNAN