Endamê Konseya Fermandariyê yê HPG’ê Amed Malazgîrt li ser hewla dagirkirina dewleta Tirk a Qendilê peyivî û got: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze PKK’ê bike rojev û ji faşîstan dengan bistîne, ji ber vê jî Kurdan tune hesap dike. Ev hemû tişt jî taktîk û lîstikên Erdogan û hikûmeta AKP’ê ye.”

Endamê Konseya Fermandariyê yê HPG’ê Amed Malazgîrt tevlî bernameyeke Stêrk TV bû û êrişên dagirker ên dewleta Tirk nirxandin.

Ev êriş li dijî gundên sivîlan pêk hatine

Malazgîrt diyar kir ku êrişên hewayî bi awayekî zêde didomin û got, “Hemû çekên nû û yên modern li ser hevalên me diceribînin. Ev rast e. Lê wekî ku AKP dibêje, rewş ne wisa ye. Erdogan di wan rojan de digot, bi 24 balefiran êrişî Qendîlê kirine û derbeke giran li PKK’ê xistine. Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye. Ev êriş li dijî gundên sivîlan pêk hatine. Mebesta van êrişan ew e ku sivîlên li herêma Qendîlê bidin koçkirin.”

Berdêla wê çi dibe bila bibe

Malazgîrt têkildarî rewşa artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî agahiyên girîng dan. Malazgîrt got, “Artêşa Tirk par li qada Barzanê Girê Botî dagir kir. Berê ev der xeta me ya derbasbûnê bû. Niha ew jî li wir in, em jî li wir in. Her roj hevalên me li dijî wî girî çalakiyan li dar dixin. Meha Adarê li herêma Geliyê Reş artêşa Tirk operasyonek da destpêkirin. Li wê herêmê hin şehadet çêbûn. Fermandarê Eyaleta Xakurkê heval Agirî û komek hevalên bi wî re şehîd bûn. Artêşa Tirk li wan giran bi cih bû û ber bi Girê Lêlikanê ve hat. Rast e li van giran bi cih bûne. Lê ji roja ku hatine û vir ve, hevalên me li dijî wan çalakiyan li dar dixin. Mesela çalakiya li ser Girê Evdalkovî çalakiyeke girîng bû. Çalakiya li Gêdûka Alî Dirêj jî çalakiyeke girîng bû. Hevalên me bi giyanekî fedaî çûn ser eskerên dijmin û çek ji ser dijmin rakirin. Dîmenên vê çalakiyê hatin belavkirin.Li dijî wan giran gelek çalakî hatin lidarxistin û derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin. Artêşa Tirk ne ewqasî serketî ye. Dibêjin em nêzî Qendîlê bûne, lê a niha herî zêde li Girê Lêlikanê ne. Hewl didin bi pêş ve herin. Li gorî agahiyên ku me stendine, hêzên xwe û qawetên xwe şandine ser Şemzînan û Colemêrgê. Hin wesayîtên zirxî û çekên teknolojîk anîne vê derê. Artêşa Tirk amadekariya operasyonekê dike. Em jî amadekariyên xwe dikin. Dewleta Tirk dixwaze şer li Başûrê Kurdistanê bidomîne. Em ê destûrê nedin vê dagirkeriya Tirkan. Çalakiyên me yên li dijî wan wê bidomin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê nehêlin artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçe.”

Hesabên hilbijartinê

Malazgîrt diyar kir ku di navbera gefên operasyona li ser Qendîlê û hesabên hilbijartinê yên Erdogan de têkilî heye û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze PKK’ê bike rojev û ji faşîstan dengan bistîne, ji ber vê jî Kurdan tine hesab dike. Ev hemû jî taktîk û lîstikên Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne.”

Mesele ne PKK ye

Malazgîrt têkildarî helwêsta Herêma Kurdistanê ya Federe û ya hikûmeta Iraqê jî got, “Bi qasî ku em dibînin, bêdengiyek heye. Divê ev dagirkerî neyê qebûlkirin. Mesele ne PKK ye. Tirkiye ji bo meşrûkirina dagirkeriyê li her derê hincetekê derdixe. Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê berxwedanên mezin kirine. Başûrê Kurdistanê xwediyê giyanekî berxwedanê yê mezin e. Gel, ciwan û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê wê vê dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nekin.”

 NAVENDA NÛÇEYAN