Mustafa Yurtsever got, li hember dengên ji Cizîrê dihatin, nedibû ku bêdeng bimînin û Dr. Încîlay Erdogan jî got, “Em ê bibin dermanê birînan. Ji bo em vî ‘sûcî’ bikin me sond xwariye.

Di “Doza Ambulansa Cizîrê” de xebatkarên tenduristiyê yekem car derketin pêşberî dadgehê û got, “Me peywîra xwe bi cih anî. Em ê piştevaniya tenduristiyê dewam bikin. Ji bo em vî ‘sûcî’ bikin me sond xwariye. Tişta me kir rast bû û dîsa jî bibe, em ê bikin.”

Li navçeya Şirnexê Cizîrê di dema êrişên li dijê berxwenda rêveberiya xweser de 14 xebatkarên tenduristiyê xwestibûn ji bo birîndaran korîdora tenduristiyê bê vekirin û biçin Cizîrê. Li 14 xebatkaran bi îdiayên “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirine” doz hat vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi rê ve çû. 13 xebatkarên tenduristiyê di danişînê de amade bûn.

Me sond xwariye em vî sûcî bikin

Dr. Încîlay Erdogan, ewil parastina xwe kir û got, “Me wek TTB û SES’ê ev pêvajo ji nêz ve şopand. Me di nav de jî cih girt. Çi li ku dibe bila bibe, em ê bişopînin. Tişta ji bo me girîng, mafê jiyanê ye. Ji niha şûn ve jî alîkariya tenduristiyê ji bo ku pêwîst be, em ê bi piştevaniya wan ve bibezin. Em ê bibin dermanê birîna wan. Ji bo em vî ‘sûcî’ bikin me sond xwariye û em ê vî sûcî bikin jî.”

 

 Pîşeya bijîşkiyê tê dadgehkirin

Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê, Selma Atabey jî got tişta wan kiriye, tişta herî rast bûye.

Dr. Çagla Demîr jî got, “Li vir pîşeya me û rêbazên tenduristiya navneteweyî tê dadgehkirin. Tişta ku me kir rast bû û ji niha û pê ve dîsa jî ku piştevanî lazim be, em ê bikin.”

Pişt re Dr. Halîs Yerlîkaya got, tişta wan kiriye li gorî etîka pîşeyê wan û nirxên wê bûye.

Hevserokê Şaxa SES’ê yê berê yê Êlihê Mustafa Yurtsever jî got, li hember dengên ji Cizîrê dihatin, nedibû ku bêdeng bimînin û ji ber xatirê vê yekê xizmeta mafê jiyanê kirine.

Ax ew birîndar

Dr. Nafîz Karahanci jî got, poşmaniya herî mezin ew e ku nikaribûne mirovan rizgar bikin û birîndar li ku bin, ew ji bo wan hewl didin.

Dr. Omer Faruk Erîn got, wan peywîra xwe ya mirovî û pîşeyî pêk anîye. Dr. Sadik Çayan Mahmutoglu bi bîr xist ku ew wek TTB’ê û SES’ê mafê jiyanê diparêzin.

Xebatkarên din ên tensuristiyê jî parastina xwe kirin û gotin tişta wan kiriye rast e û doza berata xwe kir.

Parêzeran jî got “Dozgeriyê ji bo lêkolînê serê xwe neêşandiye.”

Piştî parastinan heyeta dadgehê daxwazên dozger ên lêkolîna dozê qebûl kir û rûniûtin taloqî 26’ê Kanûnê kir.

 

MA / MÊRDÎN