
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got, çi dibe bila bibe, ne ya qebûlkirinê ye ku Heşd el Şabî li ser Şengalê hêza xwe biceribîne û divê ji vê helwêsta xwe ya şaş vegere. Sozdar Avesta tevlî bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV´yê bû û li ser projeya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo Êzîdxanê got, “Projeya avakirina demokratîk a Şengalê, di heman demê de nexşerêya Şengalê ye. Ev nexşerê gelekî girîng e. Ji bo amadekirina vê projeyê, meclîsê piştî kongreyê gelekî hewl da, li ser her xaleke wê nîqaşên berfireh kirin.”
Gerîla garantorê jiyana xweser e
Avesta got, “Ji bo vê civakê, çareserî êdî bi parastin û jiyana xweser dibe. Li gorî me, divê rêziknameyeke ji hevkariya civakên din ên li heman herêmê, bê amadekirin. Tevgera me ya azadiyê, ku ji 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve li herêmê ye, ji bo parastina civaka Êzidî gelekî hewl da. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civaka Êzîdî jî aktorekî girîng e. Ji ber vê yekê, hêzên azadiyê yên li wê derê, garantorê jiyana xweser a Êzîdiyan e.”
Avesta bi bîr xist ku civaka Êzîdî ev 3 sal in bêyî alîkariyekê ji derve bigire xwe bi xwe bi rê ve dibe û destnîşan kir ku ev proje Êzîdiyên li derveyî Şengalê jî dihewîne.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta destnîşan kir, ku projeya xweseriya demokratîk, modeleke Êzîdiyan e ku dikare hemû pirsgirêkên civakên din ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê çareser bike.
Êrîşa Heşd el-Şabî ne ya qebûlkirinê ye
Avesta êrîşa Heşd El-Şabî ya li dijî hêzên YBŞ’ê nirxand û got, “YBŞ, berî niha bi 3 salan piştî êrîşa DAIŞ‘ê ya li Şengalê ava bû û bû hêza herî bi bandor a herêmê. Di nava pêngavên rizgarkirina Şengalê û derdora wê de, di vekirina korîdora Şengalê de cih girt û gelê ku li qadên azadkirî vegeriya, parast. Wê wextê, ne hikumeta navendî ya Iraqê, ne pêşmerge, ne jî Heşd El-Şabî xwedî li gel derketin. Balkêş û manedar e ku piştî rizgarkirina vê herêmê, van hêzên navborî xwe nîşan dan. Dixwazin mesaja ‘Em jî li vir in’ bidin. YBŞ‘ê daxuyanî da û got, ‘Bila kes hewl nede hêza me biceribîne’. YBŞ parastvanê projeya xweseriya demokratîk a Êzîdxanê ye. Dema ku hêzeke din hat û got, ‘Ev der cihê min e, tu nikarî ji vî sînorî derbas bibî‘, bêguman wê YBŞ destûrê nede vê yekê. Çi dibe bila bibe, hewldana ceribandina hêza xwe li ser hêza parastina Şengalê ne ya qebûlkirinê ye. Şaşitî ye. Divê her kes ji vê şaşitiyê vegere.”
Tevgera azadiyê wê Êzîdxanê biparêze
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji Êzîdiyan xwest nexapin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji nav Êzîdiyan hin jê berê xwe didine hêzên Heşd El-Şabî. Divê Êzîdî nexapin. PDK´ê bi salan xwest Êzîdiyan li dijî hev sor bike. Êrîşa herî dawî ya Xanesorê mînaka vê bû. Beriya niha jî xwestin gelek provakasyonan bikin. Êzîdiyên li nava Heşd El-Şabî cih digirin, divê nebin şûrê kesî, nebin çeka kesî. YBŞ/YJŞ, hêzên parastina Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê û vîna siyasî ya Şenaglê wê rê nede sorkirina gelan a li hemberî hev.
Tevgera Azadiyê çawa ku beriya niha civaka Êzidî parast, wê ji niha û pê ve jî biparêze. Ji her alî ve wê destekê bide projeya xweseriyê û bi erka parastinê rabe.”
NAVENDA NÛÇEYAN