LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN


Dewleta Tirk a dagirker li seranserê Kurdistanê daristanan dide ber agir û jîngeha mirov, heywan û nabatan tine dike. Guner Yanliç çalakgerê parastina hawîrdorê û endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ye. Li ser mijara ji bo rantê texrîbkirina xweza û nexasim jî jiyana kovî û daristanan çalak e. Di tevgera xwedîderketina li baxçeytên Hewselê de jî bi dewreke çalak rabû û di mijara şewitandina daristanan bi destê dewletê û li rantê vekirina erd û zemînên jiyana kovî de xwedî tecrûbeya têkoşînê ye. Ji ber wê yekê jî piştî sohbeteke me pê re kir, em dixwazin di mijara şewitandina daristanên li Kurdistanê ku vê dema dawiyê nexasim li Şirnex, Licê û Dêrsimê gelekî belav bûn, cih bidin fikrên wî jî. Bi qasî diyar e, armanca siyaseta talankirin û tinekirina daristanên Kurdistanê di çarçoveya qikirina xwezayî de dixwaze careke din mirovan ji erdên wan bike û pê jî rant û mêhtingeriya xwe bê sînor bike.


Şewat heye lê ya bi destê eskeran qikirin e

Guner Yanliç behsa 6 şêwazên şewatên daristanan dike û wan wiha bi nav dike; şewatên ji ber sedemên xwezayî (volkan, brûsk û wekî din), sedemên insanî (agirê ku mirov venamirînin û wekî din), sedemîn ji ber siyaseta çandiniyê (weke mînak şewitandina firêzeyan, şewitandina daristanan ji bo çêkirina erdên çandiniyê), sedemên elaqedarî sewalkarî û nêçîrvaniyê (kêmkirina heywanên giyaxwir bi nêçîrê), sedemên aborî (nexasim jî havînan bi sektora avahîsaziyê re paralel şewatên daristnana zêde dibin) û sedemên siyaseta “ewlekariyê” (esker daristanan yekser dişewitînin, yan jî nahêlin sewal biçêrin û giya bilind û hişk dibe dike ku şewat bigihin daristanan).


Qanûn ji eskeran re çêkirine

Guner Yanliç dibêje ji binpêkirina mutabeqata Dolmabahçe û vir ve, ev sê sal in, bi awayekî bi rêkûpêk daristan tên şewitandin. Ev şewatên ku eskerên dewleta Tirk ên dagirker wan derdixin, hem bi qest tîn derxistin û hem çawa ku Yanliç dibêje, paşê jî “ne dihîlin xelkê deverê, ne jî dildarên hawîrdorparêz dest werdin van şewatan û wan vemirînin.” Ango ya em pê re rûbirû bi zanîn û bi qesd qirkirina xwezaya Kurdistanê ye ku bi mentiqekî dagirkerane li xweza û mirovên Kurdistanê tê ferzkirin.

Guner Yanliç dema dipeyive, em pê dihisin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku karibe bi hêsanî daristanên Kurdistanê bişewitîne, bi wî rengî ku hiqûqa navneteweyî û mafên sereke yên insanî werin binpêkirin, qanûn jî derxistine: “Xebero mafê qereqolên eskerî heye ku daristanên li dora xwe bişewitînin heye. Me xwest pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin, lê li nava Tirkiyeyê ti rêya vê nîne. Me biryar da em meseleyê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME), lê belê ji ber rewşa awarte (OHAL), zextên li ser civaka sivîl û ji ber ku mixabin me desteka hiqûqî nekarî bistînin, me nekarî vê jî bikin.”


Dîmenê tirsnak ê mêhtingeriya hov

Pêvajoya ku pê eskerên artêşa dagirker daristanên Kurdistanê dişewitînin jî yeke ne ji rêzê ye. Bi her halî bi gotinên Guner Yanliç „Esker ji qereqola xwe, êdî ka çi bi kar anî, agir bi daristanê dixe, piştre tê li cihê xwe li ser kursiya xwe rûdine. Êdî ew şewat bi serê xwe û ji ber xwe li ku sekinî, ew dizane. Ew destûrê nade ku şewat were vemirandin jî. Li aliyê din bi avêtina topan û bi bombebarana helîkopteran jî şewat tên derxistin.”

Li aliyê din xelkê deverên daristanên wan tên şewitandin jî dibêje, esker madeyên kîmyewî ji bo şewitandina daristanan bi kar tîne. Me ev yek jî ji Guner Yanliç ê hawîrdorparêz pirsî: “Em nikarin vê li cihê cih piştrast bikin, ji ber ku hêzên dewletê nahêlin em xwe bigihînin van cihên agir bi daristanan hatî xistin. 

awa tê zanîn daristanên me bi pirranî berû ne. Berû jî xwedî xisleteke wisa ye, dema bişewite, sale paşê geştir şîn dibe. Lê heger hûn madeyên kîmyewî bi kar bînin, hingê hûnê bikin ku ev dar careke din şîn nebin. Hûn dawiyî li jiyana wê deverê tînin.”


Bi daristanan re mirovan jî dişewitînin

Ev şewitandina daristanan bi serê xwe ne meseleyeke daristanan tenê ye, lewma dema daristan tên şewitandin, tesîrê li mirovan jî dikin: “Gelek mirov debara xwe dikin yan yekser ji daristanê yan jî bi peywendiyên xwe yên bi daristanê re. Ango bi vê yekê mirovan careke duyem mirovan koçber dikin. Ev siyaseteke jinûve koçberkirina mirovan e ku ji bo rantê tê kirin. Jixwe ev rê û veberhênanên çêdikin jî ne ji bo xizmetê ne, em pê dizanin ji bo birina çavkaniyên van herêman in. Dema deverek ji mirovan hat xalîkirin, hingê ew dever ji mêhtingerî, ranta û talana bêsînor vedibe.”

Lê têkoşîna li dijî vê zilma dewleta dagirker jî dewam dike; di nava sê salên bihurî de li rojavayê Tirkiyeyê HDK´ê li ser mijara talana xwezayê û texrîbkirina wê nexasim şewitandina daristanan du komxebta bi rê ve birin. Yanliç li ser meseleyê dibêje, “Em weke Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê vê peyamê didin desthilatdariya navendî jî; heta ku hûn bi xweza û xelkê re ne lihevkirî bin, aştiya we nebe, hûn nikarin birêve bibin, wê aştiyeke civakî mumkin nebe.”

Li ser pirsa ka gelo ew ê siberojê vê qirkirina xwezaya Kurdistanê bibin ber dadgeriya navneteweyî, Yanliç got, “Em ê ileh vê yekê bi ser bixin. Di nava van herdu salên dawî de gelek zext û zilm li civaka sivîl hat kirin, Tirkiye veguheriye meydaneke şewitî. Lê belê bi wî rengî ku li rabihuriyê vegere jî em ê hesabên êrîş û texrîbatên xweza, daristan, çiya û jiyana kovî bipirsin.”              





Li 4 bajaran daristan hatin şewitandin


Şewatandina daristanan hefteya bihurî li Dêrsim, Şirnex, Amed û herî dawî jî li Çewlîgê, erd û zemînê Kurdistanê diewitînin.

Li Çiyayên Şirnexê Gebar, Cudî û Derayê, li gelek deverên Dêrsimê û li navçeya Amedê Licê, eskerên dewleta dagirker a Tirk agir bi daritanan ve kir. Ev dagirkar û amîrên milkî yên dagirker ên li Kurdistanê di heman demê de destûrê ndain ku welatî bi xwe jî agir vemirînin. Nexasim şewata ev deh roj in li Dêrsimê dewam dike texrîbateke mezin kir û di encama nerazîbûna zêde ya welatiyan de, waliyê mêhtingeriya Tirk bi paş ve gav avêt û destûr da ku midûriyeta daristanan bi komîn piçûk dest werde şewata daristanan.


Balefir, qereqol û top daristanan dişewitînin

Li aliyê din 10’ê Tebaxê li herêma Cûdî, û Derayê ji ber bombebarana bi balafirên şer  agir bi darastanê ketibû, ev şewta niha ji ber xwe bi pirranî vemirî. Li deverê bi sedan zîndîwar telef bûn û bi sedan donim daristan jî bû xwelî. Çavkaniyên herêmî jî dan zanîn ku eskerên Tirk nehiştine ew dest werdin şewatê.


Qereqol li Licê daristanan dişewitînin

12’ê Tebaxê li herêma Çemê Şîro ya ser bi Licê, eskerên Tirk daristan da ber agir. Piştî şewata li Çemê Şîro, li gundê Beşîşte yê Licê di encama topbarana eskerên Tirk de şewateke din dest pê kir. Vê carê şewat bi bê re belav dibe û hîna dewam dike. Doh gundiyan bi zor û zahmetî şewata ber bi gund ve kontrol kir. Lê gundiyan diyar kir ku dîsa ji ber topbarana eskeran li heman herêmê şewat derketiye û bi bandora bê li herêmê belav dibe.

Li Çewlîgê jî li herêma bejahî ji ber bombebarana balafirên şer agir girte daristan û ev 4 roj in dewam dikin. Şewata ku li bejahiya gundê Xorxor, Belîce û li gundikê Goma Bazê, li gundê Xozavît û li Çiyayê Hesarê ji ber bombebaranê dest pê kir bi bandora bê belav dibe.