“Artêşa Tirk a dagirker 3 salên dawî li heman herêmê 14 mirovên me şehîd xist. Wezîfeya her hêzeke welatparêz e ku hesabê van komkujiyan ji artêşa Tirk a dagirker bipirse, tola wan hilîne û xwîna mirovên me li erdê nehêle.” Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê daxuyeniyek belav kir û tê de got:”Bi qest êrîşî sivîlan dkin. Em ê hesabê van komkujiyan bipirsin û tola wan hilînin.” Fermandariya Navenda Parastina Gel li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê di daxuyaniyê de got, dewleta Tirk a mêhtinger ji ber nikare bi gerîla êrîşî sîvîlan dke û daxuyanî bi vî rengî dewam kir:”Sîstema dewlet Tirk a mêhtinger ketiye nava şerekî mezin ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirk a faşîst dagirker di vî şerî de ku bi polîtîkaya şerê qirkirinê dike, ji ber ku dike nake nikare ji aliyê leşkerî ve li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ser bikeve, bi maliyeteke mezin a aboriyê çekên teknolojiya pêşketî bi kar tîne û dixwaze xwe ji vê rewşa têkçûyî rizgar bike. Dewleta Tirk a mêtinger bi taybetî di çalakiyên hêzên me de yên 9 û 10’ê Mijdarê gelek kuştî da, lewma bi êrîşên giran ên hewayî li cih û warê sivîlan dide. Bi vî rengî dijminatiya xwe ya li gelê Kurd nîşan dide û dixwaze heyfa xwe ji gelê me hilîne.” Herêma tûrîstîk bû Her fermandariyê derheqa êrîşen dewleta Tirk ên li deverên sîvîl de jî ev agahî dan:”Artêşa Tirk a dagirker roja 30’ê Cotmehê bi balafirên şer êrîş bir ser malekê û Mizgefta Gundê Bêdadê yê wîlayeta Duhokê. 9’ê Mijdarê jî bi koordîneya balafirên keşfê mintiqeya Çemê Markê ya Geliyê Balîndayê ya herêma Amediyê-Şeladizê topbaran kir ku ev der cihekî tûrîstîk e û bi giranî sivîl lê ne. Di van êrîşan de bi şensê tiştek bi mirovên me nehat, lê mal û mizgefta gelê me hilweşiya û xisara madî li dikanên li vê herêma tûrîstîk bû. 3 sivîl bi zanebûn hatin kuştin Herî dawî (14’ê Mijdarê) li gundê Eredina yê Dihokê ku bi ser Amediyê ye, 3 mirovên me yên mêşên xwe yên hingiv sax dikirin, bûn hedefa artêşa Tirk û şehîd bûn. Ev êrîş ji bo çavtirsandina û tepisandina gelê me yê Başûr hat kirin. Rehma Xwedê li mirovên me yên bi navê Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Îsmaîl Hisên be ku di vê bûyera hovane de şehîd bûn. Serê xizm û dostên wan sax be. Bi van êrîşên dawî re jî careke din hate dîtin; dewleta Tirk a qirker mêtinger li kîjan parçeyî dibe bila bibe tevahiya gelê Kurdistanê dijminê xwe dibîne û dixwaze bitirsîne, bitepisîne. Ev zîhniyeta kujer ku ji bilî mirinê tiştekî din nade ber Kurdan, gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo êrîşên xwe yên li dijî gelê me dike hincet. Bêyî li ber xwe bikeve, mirovên me yên sivîl û bê çek ên ji ber êrîşan şehîd bûn weke gerîlayên HPG’ê nîşan da. Dewleta Tirk di saziyên xwe yên çapemenî-weşanê de vê êrîşê bi vî rengî diweşîne.” 14 mirovên me şehîd xistin Fermandariyê da zanîn ku dewleta Tirk bi qest êrîşî deverên sîvîl dike û derheqa vê yekê de got: “Eşkere ye, êrîş bi qest û plankirî hatiye kirin. Ev êrîşkarî û kiryar radixin pêş çavan ku sîstema dewleta Tirk a mêtinger bi zanebûn û rêk û pêk êrîşê dibe ser gelê me û bi derewan hewl dide van kiryarên xwe yên şoven, nîjadperest û komkujer binixumîne. Artêşa Tirk a dagirker 3 salên dawî li heman herêmê 14 mirovên me şehîd xist. Wezîfeya her hêzeke welatparêz e ku hesabê van komkujiyan ji artêşa Tirk a dagirker bipirse, tola wan hilîne û xwîna mirovên me li erdê nehêle. Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê (HPG) wê di vê mijarê de bêteredût gelê xwe biparêzin û ji bo hesabê vê komkujiya bi xwînxwarî li mirovên me hatiye kirin bipirse, têbikoşe. Mirovên me yên welatparêz Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Îsmaîl Hisên ku di vê bûyerê de şehîd bûn, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî ked bûn. Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbatên van welatparêzan û gelê Başûrê Kurdistanê re dixwazin. Em careke din soz didin ku bi xurtkirina têkoşînê em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.”