
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, li Nobeta ‘Wijdan û Edaletê’ daxuyanî da. Baydemîr got, “Sond û peyman e, em ê ji Kurdan re bêjin Kurd, ji Kurdistanê re jî bêjin Kurdistan. Serîtewandina li ber faşîzmê, destberdana ji mirovahiyê ye.”
Parlemanterê HDP´ê Sirri Sureya Onder jî ku çû serdana nobetdaran got, armanca çalakiya wan azadiya Ocalan e jî.
Çalakiya “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya HDP’ê, ku li Parka Ekîn Ceren a Amedê tê lidarxistin, di roja pêncan de ye. Doh rêveberên CHP’ê yên bajarê Amedê ji bo piştgiriyê serdana çalakiya nobetê kirin. Serokê CHP’ê yê Bajêr Ahmet Sayin jî di nav de, heyeta CHP’ê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya wekîlan bû. Lê polîsên Tirk nehiştin rêveberên TMMOB û Platforma ‘Na ji hilweşandina Sûrê re’ bikevin parkê. Nûnerên TMMOB’ê nerazîbûn nîşanî vê dan û gotin, “Kerbela sedsala 21’ê li vir e.”
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Osman Baydemîr û wekîlên di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî vê helwêsta qedexeker a polîsên Tirk ên dagirker da.
Li dijî faşîzmê ye ev nobet
Baydemîr destnîşan kir ku rejîmeke welê hatiye afirandin ku axaftina li parlamenê jî hatiye qedexekirin û wiha dewam kir: “Gotina Kurd, gelê Kurd, komkujiya Êzidî, Elewî û Dersimê wê weke sûc bê dîtin û cezayê pereyan bê birrîn. Sond û peyman e, em ê bêdeng nemînin. Silav ji Dersimê re, ji Çorûmê re, em ê ji neviyên Seyît Riza re bibêjin can. Sûcê me ev be, em ê her tim vî sûcî bikin. Sond û peyman e, em ê ji Kurdan re bêjin Kurd, ji Kurdistanê re jî bêjin Kurdistan. Em ê serî li ber faşîzmê netewînin. Serîtewandina li ber faşîzmê tê wateya destberdana ji mirovahiyê. Eger bi sekneke wijdanî û însanî pêşî lê neyê girtin, wê nirxên mirovahiyê bihelin. Em bang li hemû wijdanan dikin. Em nesekinin, bi hev re pêşî li faşîzmê bigirin.”
‘Yek ji rojevên çalakiya me Ocalan e’
Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureya Onder jî çû serdana çalakiya nobetê û got, yek ji rojevên bingehîn ên çalakiya wan rakirina tecrîda li dijî Ocalan e. Onder diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya kaosa li Tirkiyeyê ye û got, “Birêz Ocalan yek ji temînatên aştî û demokrasiya li vî welatî ye. Herî zêde dewlet bi vê dizane. Wan bi xwe jî ev yek gelek caran anî ziman. Çareserî li Îmraliyê ye, çareserî Birêz Ocalan e.”
DÎHABER / AMED