Sevinaz Evdikê nihêrîna sînemayê li Kurdan rexne dike û dibêje, “Timî behsa trajediya Kurdan kiriye, mijar timî Kurdê feqîr, bêtaqet, koçber û qeçaxçî ye. Ji bo me ev ne esas e. Dinya timî filmên wisa dixwaze. Ji bo wan Kurd tenê ev in.”

VEYSEL IŞIK / BRUKSEL

Filma “Ji bo azadiyê” ya ku behsa Berxwedana Xwerêveberiyê ya ciwanên Kurd a 2016´an a sed rojî ya li Sûra Amedê dike, ji 13´ê Çile ve li Ewrûpayê tê nîşandan. Ji 13´ê Adarê û pê ve jî film li Elmanyayê tê nîşandan.

Dîmenên filmê li Kobanê hatin girtin. Film li Festîvalên li Hindistan û pakistanê gelekî hat ecibandin. Filma ku premiera wê ya Kurdistanê li Silêmanî hatibû qedexekirin, û ji ber wê jî filmê premiera xwe ya li Kurdistanê li Rimêlanê kir. Ji ekîba filmê Sevinaz Evdikê dibêje, erê derdê wan ê estetîkê hebûye, lê armanca wan bi filmê mne beşdariya festîvalan û bidestxistina pere ye. Ew li gotinên xwe gotinan zêde dike û dibêje, “Bi vê filmê me xwe gihand astekê. Di ser vê filmê re em rêya xwe dewam bikin, ji şaşiyên xwe dersan bigirin.”

Derhênerê filmê li ser fikra filmê dibêje, “Fikra filmê hê berxwedanê dewam dikir, derket holê. Di dema berxwedanê de Xemgîn Roj, rojane têbîniyên xwe nivîsîbûn. Ev têbîniyên hanê di reşwa giran a şerî de hatibûn nivîsin. Yanî rojaneyeke ji têbîniyên kurt pêkhatî. Ev têbînî bi rola destpêka sewîrandina senaryoyê rabûn. Ya ji vê jî muhimtir me xwe gihand du kesên ji dorgirtinê xwe xilas kirî. Me tiştên hatî serê wan qeyd kirin. Di encama van hemûyan de senaryo derkete holê.”

Ji bo nîşandana filmê li Ewrûpayê derhêner Ersîn Çelîk got, “Hem di festîvalan de û hem jî wekî din film wê bê nîşandan. Li Cenevereyê di Festîvala Filman a Navneteweyî de di beşê Foruma Mafê Mirovan de wê bê nîşandan. Destpêka vê mehê (Adarê) li Kopenhagê, 13´ê Adarê li Berlînê, 15´ê Adarê li Hamburgê, Nîsanê di Festîvala Filmên Kurdî de wê bê nîşandan. Rojîn nîşandana filmê yên diyar bûyî em di ser malpera filmê re parve dikin.”

Ka xelkê heta niha fil eciband yan na, “Filmê gelek tesîr li mirovan kir, hinek jê giriyan jî. Di filmê de têkiliya xwezayî ya aktor û aktrîstan xwe gelekî dide hiskirin. Li Rojava film gelekî hat ecibandin. Li Ewrûpayê jî di nîşandanên heta îro de, elaqe gelek e û ev hêviyê dide me.”

Nûcan karaktera sereke ya filmê ye

Endama Komuna Filman a Rojava, Sevinaz Evdikê ku ji ekîba filmê ye, li ser rola jinan di filmê de dibêje, “Jina pêşeng a di vê filmê de Nûcan e. Heta ji me hat me hewl da em vê nîşan bidin, lê biryar a temaşeker e. Nûcanê li Sûrê gelekî li ber xwe da. Ew ji Bakurê Kurdistanê ye, li rojava jî maye û şer kiriye. Nûcan fermandareke mezin e.”

Sevinaz Evdikê nihêrîna sînemayê li Kurdan rexne dike û dibêje, “Timî behsa trajediya Kurdan kiriye, mijar timî Kurdê feqîr, bêtaqet, koçber û qeçaxçî ye. Ji bo me ev ne esas e. Dinya timî filmên wisa dixwaze. Ji bo wan Kurd tenê ev in.”

Li ser rexneya ma propaganda ne li pêş e jî ew dibêje, “Bi ya min ne wisa ye. Sedema propagandayê ew e ku kesên aktor û aktrîst ji nava têkoşînê ne. Yên ku film çêkirî û di filmê de rol kirî aktorîn sereke yên çîrokê ne jî. Jixwe hemû şervan in. Ev çîrok çawa hat hûnandin, ev jî muhim e. Bi vê filmê em gihiştin astekê. Di ser wê re em ê rêya xwe dewam bikin û bi girtina dersan ji şaşiyên xwe bi pêş ve biçin.”

Li ser rexneya, ma gelo bûyer di filmê zîde li ser hev nehatine bar kirin jî Sevinaz Evdikê xwe ji rexneyê nade alî û dibêje, “Sedema dizikhevbûna bûyeran, hinekî hesta me ya berpirsiyariyê ye. Mirov dixwaze deynêî xwe bide wan qehremanan, wê bertxwedanê. Ji ber wê jî mirov dixwaze bi her aliyî, bûyerên qewimîn nîşan bide û ev jî dibe barê me. Lê ji niha û pê ve em ê hewl bidin tewazûnekê ava bikin.”