Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen diyar kir ku ziman stûna civakê ye û dê di serdema nû de hin berfirehtir xebatên ziman bi pêş ve bibin û bang li her kesî kir ku li her warê jiyanê bi Kurdî biaxivin.
Zextên li ser zimanê Kurdî ku li Tirkiyeyê timî bûye mijara qirrkirina miletekî, di çarçoveya Rewşa Awarte de bi girtina Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînên Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û hemû sazî û dezgehên xebatên Kurdî dikin, ketin qonaxeke nû
Piştî ku Rewşa Awarte bi qanûnê hat daimîkirin, zext jî daimî bûn.
Bandora mezin a Kurdî-Der´ê
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanê Mezopotamyayê (MED-DER) di 17’ê kanûna 2017’an de hat avakirin û ji bo pêşveberina zimanê Kurdî, dersên Kurdî dide. Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen têkildarî serdema nû ya xebatên ji bo zimanê Kurdî axivî. Esen ji bo terîfa zexta li ser Kurdî îşaret bi terorîzekirina dirûşm, û propagandaya ji bo zimanê Kurdî kir.
Esen anî ziman ku ji roja KURDÎ-DER ava bûyî û heta roja hat girtin, bi hezaran mirov têgihand û got: “KURDÎ-DER ji bo me xebatek zankoyî bû. Bi hezaran kes perwerde kirin. Bi hezaran mamosteyê Kurdî gihandin. Bandoreke mezin a KURDÎ-DER’ê li ser civakê hebû.”
Ciwan dixwazin hîn bibin
Esen bal kişand ser nerazîbûna civakê ya li dijî qedexe û girtinan û got, “Dewletê KURDÎ-DER girt, lê gel ji ya xwe nehat xwarê. Gel got, ‘wan dibistanên me girtin, lê em ê kurdî fêr bibin.’ Îro jî li komeleya me, em dersên ziman didin. Kursên me hene. Daxwazeke zêde ji bo bipêşvebirina ziman heye. Nemaze jî nifşên nû ango ciwan bi elaqeyeke mezin miracaetî kursa me dikin.”
Dewra dayik û bavî
Esen bal kişand ser bişaftina dewletê ya li dijî Kurdan û otoasîmîlasyonê û got, “Ziman stûna civakê ye. Perwerde ji malbatê dest pê dike. Heta ku zarok dest bi dibistana xwe dikin. Heke malbat zarok di warê Kurdî de hişmend bike û dayik û bav bi zarok re bi Kurdî biaxive dê zarok zimanê xwe yê dayikê fêr bibin. Dema zarok hê di malzarokê de ne jî li zimanê dayika xwe guhdarî dikin û heta li dengê stranan jî guhdarî dikin. Lê dema îro em lê dinihêrin zarok ji sedî 95 bi Tirkî diaxivin. Pirr hindik bi Kurdî tê axaftin. Gelê Kurd hişmend e, lê bes di mijara ziman de pirr ne hişmend in. Divê em li her warê jiyana xwe bi Kurdî biaxivin. Nifşên nû tên dinyayê lazim e bi Kurdî bi wan re bê axaftin. Divê her kes bi Kurdî biaxive, binivîsîne û bixwîne.”
Perwerdeya Kurdî li dibistanan
Esen da zanîn ku bi vekirina çend cihan re pirsgirêka ziman nayê çareserkirin û got, “Ziman dixin cihê teng û ji bo pêşketinê jî ne pêkan e. Gelek nirxên me yên pîroz bi me didin jibîrkirin û me didin dûrkirin. Di esasê xwe de dixwazin me bixapînin. Bi vekirina çend cihan re pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi milyonan zarokên Kurd hene. Daxwaza me ew e ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin.”
Bernameya fêrkirina girseyan
Esen destnîşan kir ku bi serdema nû re li ser zimanê Kurdî xebatên wan ên berfireh hene û got, “Tenê ne kursên ziman, di heman demê de wê di warê folklorê de jî xebatên me hebin. Wê plansazî û bernameyên me li gel aktîvîstên zimên, nivîskar, rewşenbîr û zimanzanan hebin. Armanca me ew e ku em bi dehan polên dersan vekin û Kurdî fêrî bi hezaran kesî bikin. Em hewl didin xwe bêhtir bigîhînin kesan. Ji bo perwerdehiya Kurdî qeydên me dest pê kirine. Wê ders di navbera 15-20’ê îlonê dest pê bikin.”
MA/AMED