Bi hezaran Efrînî û Şehbayiyan bi dirûşma “Bi sêrkêşiya şehîd û ciwanan em ê Efrînê rizgar bikin” cenazeyên şehîd Şahan Şiyar, Hawar Efrîn Mihemed û Gerzan Mihemed veşartin, ku dema mayinek li gundê Til Sosin ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bê bandor dikirin, şehîd bûbûn. Her wiha şehîd Birûsk Baran û Mihemed Cim ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya girêdayî kantona Şehbayê hatin veşartin.
Şêniyan cenazeyên her pênc şehîdan Ferhad Yaracîn Kaya (Şahîn Şiyar), Misfefa Hesen (Hawar Efrîn), Mihemed Cim (Mihemed), Birûsk Baran û Mihemed Qehreman (Gerzan) ji navenda meclisa Ehresê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve meşiyan.
’Em ji wan bawer dikin’
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û got: “Em dibêjin ku em ê li Efrînê vegerin. Ji ber ku baweriya me bi wan lehengan heye, ku li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin. Ew lehengên ku soz dane ku ew ê Efrîn û gelê wê rizgar bikin. Baweriya me heye ku em ê bi saya şehîdan Efrînê ji dagirkeran û çeteyên wan rizgar bikin.”
ŞEHBA