
Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firatê piştî rizgarkirina Bajarokê Sirînê ji çeteyên DIAŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Burkan El-Firat hate weşandin, wiha ye: “Em serkeftina Sirînê li hemû gelê xwe pîroz dikin, em rizgarkirina Sirînê û gundê wê diyarî hemû Şehîdên Komkujiya Kobanê, hemû Şehîdên berxwedana rizgarkirina Kobanê û hemû azadîxwazan dikin. Em soz didin ku em ê ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê xebatên xwe bidomînin û em ê li her derê bi pey çeteyan bikevin. Çeteyan îro çek û cebilxaneyên xwe li pey xwe hiştin.”
Odeya Burkan El-Firatê dibêje, wê îspat kiriye ku hemû pêkhate dikarin xwe bikin yek û şerê çeteyên DAIŞ’ê û hemû xeterên din ên li ser herêmê bikin û weha dewam dike: “Berxwedana me careke din baweriya di navbera Kurd û Ereban de xurtir kir û destnîşan kir ku gelê Sûriyê dikare yekîtiya xwe ava bike û Sûriya Pêşerojê ya Azad li ser esasê edalet, azadî û demokrasiyê ava bikin.”
Her wiha Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat êrîşên dewleta Tirk li hemberî baregehan wan jî bi bîr xist û bi lêv kir ku dema hêzên wan serketinan ji raya giştî re eşkere dikin, topên Tirkiyê hêzên me li gundê Zor Mexar bombebaran kirin û ev bûyereke xeter û bê behane ye. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Dema ku em li benda cîhanê ne ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştgiriya me bike, em rastî êrîşa tên. Li şûna êrîşî me bikin, pêwîst e piştgiriya hêzên me bikin da ku em çeteyan tune bikin.”
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN