Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Zeyneb Cûdî ya ku di konferansa dawiya hefteya bihurî li bajarê Elmanyayê Hamburgê pêk hatî de weke qiseker bi rêya Skypê beşdar bû, da zanîn ku ew ê bi her halî xweseriya xwe ragihînin.

Di gotara xwe de Cûdî îşaret bi girîngiya xweparastinê ji bo her nasnameyê kir û xwerêvebirin jî wekî beşeke xweparastinê bi nav kir. Cûdî bi bîr xist ku di Tebaxa 2014´an de ji ber ku hêzên eskerî yên Êzîdiyan nebûn, ew bi fermanekê re rûbirû mane, û got, êdî ew dikarin Şengal, Êzîdxan û gelê Êzîdî li dijî her cûre êrîş biparêzin û ew ê vê bikin jî.

Di vê çarçoveyê de Cûdî da zanîn ku amadekariyên ragihandina xweseriya Şengalê tîn kirin û weke beşek ji xweprastinê ev yek wê pêk were.

Zeyneb Cûdî di heman çarçoveyê de doh ji Gazete Şûjin re jî peyivî û pesend kir ku ew amadekariyên ragihandina xweseriyê dikin.

Tehlûke dewam dike

Di hevpeyvîna di Gazete Şûjin de li ser tehlûkeya dewam dike li dijî gelê Êzîdî jî Cûdî wiha peyivî: “Polîtîkayên êrîşê yên li hemberî gelê Êzîdî dewam dikin. Pêşmergeyên ku êrîşî bajaroka Xanesorê kirin, hedefa wan tunekirina hebûna gelê Êzîdî bû. Di nava van peşmergeyan de ne tenê pêşmergeyên başûr di heman demê de endamên MÎT´a Tirk û çeteyên DAIŞ’ê jî hebûn.”

‘Felsefeya berxwedanê nayê windakirin’

Zeyneb Cûdî di dewamê de çalakiyên grevê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê hatine destpêkirin jî nirxandin û got, “Em berxwedana girtiyan silav dikin. Li zîndanên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dîlên azadiyê li ber sinorên şehadete ne. Em dibêjin, bila Erdogan baş zanibe ger ew gelê Kurd bi fîzîkî bixe zîndanan jî ew ê nikaribe vê felsefa azadiyê têk bibe. Gelê Kurd rastiya xwe naskiriye êdî bindestiyê qebûl nake. Li girtîgehan mîrateya berxwedana Kemal Pîr û Mazlûm Dogan ku şîn dibe. Bêdengiya dewletan, nedîtina rastiyê ye. Gelê ku îradeya xwe nas kiriye dikare vê berxwadanê bide dewamkirin.”

Li ser amadekariyên ji bo ragihandina xweseriyê jî Zeyneb Cûdî wiha peyivî: “Gelê Şengalê ev 3 sal in, di bin konan de li ber sermayê û germahiya havînê li ber xwe dide. Ji ber ku bi hebûn û hêza xwe hisiyan. Weke artêşa Êzîdxanê, em ê heya dawiyê parazvanên Şengalê bin. Hêza herî bêhtir li hemberî dijminê Êzîdxanê şer dike û berdêlan dida hêza Êzîdxanê-YJŞ û YBŞ’ê ye. Encama berxwedana wan wê xweseriya Şengalê bîne. Xwesariya Şengalê jî wê bibe azadiya gelê Êzîdî. Şengal ber bi xweseriya xwe ve diçe û civaka Êzîdî ku xwedî baweriya herî kevnar ya di dîrokê de ye rêxistinbûna xwe mezin dike. Xweseriya Şengalê wê her ol, her netewe û her zimanî di nava xwe de bihewîne. Di demeke nêz de Şengal wê xweseriya xwe îlan bike û wê xwe bi rê ve bibe.”

Banga vegerê li gelê Êzîdî

Zeyneb Cûdî herî dawî banga vegerê li gelê Êzîdî kir yê ku di encama êrîşan de neçar ma warên xwe terk bike û wiha axivî: “Ji ber êrîş û şer bi hezaran Êzîdî neçar man koçî welatên cuda bikin. Niha artêşa parastina gelê Êzîdî hat avakirin. Li Şengalê gel rêxistinbûna xwe bi pêş dixe û pergala parastinê jî her ku diçe mezin dibe. Divê gelê me yê Êzîdî vegere ser axa xwe ya pîroz û piştgiriyê bide parastin û birêxistinbûna xwe. Gelê Êzîdî ji dîrokê heta niha bi berxwedan û lehengiya xwe tê naskirin. Bangewaziya me ji bo pêşmergên Êzîdî jî heye ku xwe nexin nav vê lîstikê û ji bo berjiwendiyên gelê xwe bikevin nava tevgerê.” 



 HAMBURG / ŞENGAL