Li taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê hilweşandin û rûxandina li ser navê ‘veguherîna bajêr’, niha rawestiyaye. Li taxa Alîpaşa ya ku ji sedî 80’ê wê hatiye valakirin û hilweşandin, malbatên malên xwe neterikandine, sekna xwe didomînin.
Rayedarên TOKI’yê bi malbatên ku xaniyên xwe neterikandine re civiyan. Rayedaran diyar kir ku heta biryara dadgehê bi encam bibe, ew ê navberê bidin hilweşandinê lê malên ku hatine valakirin jî wê werin hilweşandin.
Hilweşandina li Taxa Alîpaşa ya ku dewleta Tirk ji 23’ê Gulanê û vir ve didomîne, heta demekê hate sekinandin. Şêniya Taxa Alîpaşa Mûkaddes Tayyûra diyar kir ku pêvajoya dadgehê didome û heta ku doz bi encam bibe wê malên wan neyên hilweşandin.
Tayyûra diyar kir ku bi biryara hilweşandinê re av û cereyana wan hatibû qutkirin û got: “Di meha Remezanê de dîsa av û elektirîk dan taxê. Yên ji DEDAŞ’ê hatin, diyar kirin ku ji bo ceryana qaçax divê em werin saziyê û karên fermî bikin û bibin aboneyên nû. Heta dadgeh bi encam dibe bila me mexdûr nekin. Kesên ku bi TOKI’yê re li hev kirine, malên wan hildiweşînin. Jixwe li taxê ji sedî 20 mal mane û yên din jî yan hatine valakirin û yan jî hatine hilweşandin.”
Dixwaze li taxa xwe bimîne
Şêniya Taxê Zekiye Tanrikûlû jî anî zimên ku li gel 2 kurên xwe yên zewicî, 3 malbat di xaniyekî de ne û got: "Em tu pereyan naxwazin. Tanrikûlû diyar kir ku, ew dixwaze li taxa xwe bimîne û got: “Ez dixwazim li vir bimirin. Bila li vê derê xaniyekî bidin min, ez tiştekî din naxwazim.”
Nayê zanîn dê çi bibe
Keyayê taxa Alîpaşa Behzat Sûlar jî got: “Hilweşandina taxê niha hatiye sekinandin. Malên vala hildiweşînin. Malên ku bûbûn mijara dozê, hê neketine ber çarçoveya hilweşandinê. Dibêjin ew ê li benda biryara dadgehê bin lê malên ku doza wan di cotmehê de ne jî hilweşandin. Em jî nizanin wê çi bibe.”
AMED