34  jinên koma înternasyonalîst ên li dijî komploya navneteweyî ji Luksembûrgê dimeşin Strasbourgê, ji bo Leyla Guven a ev 100 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyeke piştgiriyê şandin. Di nameyê de hate ragihandin, Guven ji bo wan pêşenga azadî û guherînê ye û di şexsê Guven de çalakgerên greva birçîbûnê hemû hatin silavkirin.

Beşên girîng ên nameya jinên înternasyonalîst wiha ne:

“Hevrêya me Leyla Guven!

Em, jinên înternasyonalîst li hev civiyane û ji bo Rêber Ocalan ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê. Em dixwazin deng û îradeya we bigihînin dinyayê û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin. Em ê vê têkoşînê heta azadiya Rêber Ocalan bidomînin.

Tu ji bo me hêvî û bedewiya jiyanê yî, hêza îrade û baweriyê yî. Daxwazên te daxwazên me ne. Tu pêşenga serdema nû û pêngava azadiyê yî.

Te nîşanî her kesî da ku hest û mejiyê jinê çawa dikare bibe pêşenga guherînê. Em ê mîna te hînî têokşînê bibin û têbikoşin. Di şexsê te de em çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan silav dikin.

Eger em ji bo armanca we li her derê nebin deng, em ê kengî bibin? Ne niha be wê kengî be?

Ne li vir an jî cihekî din be, wê li ku be?

Bêdengî sûc e! Em naxwazin bibin hevparê vî sûcî!

Berxwedan jiyan e!

Ya azadî, ya azadî!”

   

NAVENDA NÛÇEYAN