HIDIR ATEŞ / BERLÎN
Li Paytexta Elmanyayê Berlînê, bi meşekê komkujiya Sêwasê hat bibîranîn. Mala Cemê ya Civaka Elewî ya Berlînê, Cemaeta Çanda Dersimê ya Berlînê û 10 komeleyên deveran bi hev re ji bo bibîranîna komkujiyê û şermezarkirina komkujeran, meşek organîze kirin. Qederê 2 hezar kesî beşdarî vê meşê bûn.
Di meşa bibîranînê de ku rêxistinên şoreşger jî destek danê, peyama, “em ê nebin Elewiyên dewletê” bi qêrîn hat dayin.
Parlamenterên Partiya Çep (Die Linke) Pascal Meister (meclisa federal) û Hakan Taş (meclisa Berlînê) jî di meşê de bûn û her yekî ji wan axaftinek jî kir. Meşê ji Hermannplatzê dest pê kir. Meşvanan resmên şehîdên Sêwasê û dovizên komkujiyê rûreş dikin, hilgirtin. Piştî gerandina semahê û banga Pîr Burhan Akdemirî (Serokê Desteya Baweriyê ya Mala Cemê ya Berlînê), ji bo şehîdan rêz hat girtin.
Tifaqa demokratîk girîng e
Serokê Mala Cemê, Numan Emre got, Xidir Paşayên ku pêşî Pîr Sultan Abdal bi dar ve kirin, 2´yê Tîrmeha 1993´yan dîsa daketin meydanê. Wî wiha dewam kir: “Saziyên dewletê di nava vê komkujiya derveyî mirovahiyê de bûn. Komkujî di weşana zindî de dan temaşekirin. Dest jî wernedan.”
Numan Emre got, wan komkujiyên Dersim, Mereş, Çorum, Roboskî, Pirsûs û Gara Enqerê ji bîr nekirine û wiha peyivî: “Zext, zilm û komkujî wê ti carî nikaribin vê baweriyê ji holê rakin. Dewlet divê dev ji van siyasetên xwe yên heyî yên şaş ên beramberî dîn û baweriyan berde. Em nebûn Elewiyên dewletê û em ê nebin jî.”
Parlamenterê Meclisa Federal ê Partiya Çep Pascal Meister û parlamenterê Partiya Çep ê eyaleta Berlînê Hakan Taş jî bi axaftinên xwe komkujî rûreş kirin. Herduyan jî serketina di hilbijartinên şaredariya Stenbolê de bi bîr xist û got, “Ji bo komkujiê wiha pêk neyên, tifaqa demokratîk gelekî girîng e.”
Di dema meşê de sloganên “Dewleta Qatil wê hesab bide”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil ve” hatin gotin. Meş bi mîtînga li Oranienplatzê bi dawî bû.