DÎLAN KARACADAĞ
Parlamenterên federal ên ji Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbulut, Ulla Jelpke û Niema Movassat ji bo doza li dijî dayika 5 zarokan a Kurd Zozan G.´yê got “Em ê di dozê de bi Zozanê re bin”.
Parlamenter Ulla Jelpke got, ev pêkanîn ji krîmînalîzekirina Kurdan û wêde ye: “Dixwazin ji ber ku keça xwe di rêya li ser e, motîve dike, mafê miqatebûna li zarokan ê dayikekê jê bistînin. hingê, naxwe bi vî mantiqî dêûbavên ku zarokên wan beşdarî çalakiyên Fridays for Future jî dibin divê bên cezakirin.
Nabe ku mafê miqatebûna li zarokê ji bo zexta li dêûbavn bê bikaranîn. Ez piştrast im ku ev pêkanîna kelavajî û bi awayekî eşkere li dijî destûra bigehîn, wê teqez bê redkirin. Ez ê ji nêz ve dozê bişopînim û heta dawiyê têbikoşim.”
Parlamenter Gokay Akbulut jî got, “Jineke çalak siyasetê dike, radibin bi tevî zarokên wê krîmînalîze dikin û malbatê ditirsînin. Mafê welayeta zarokan di mijareke elaqedarî hiqûqa ceza û diyaseta dewletê de weke amûr bi kar tînin. Ev skandalek e. Ez ê hewl bidim vê mijarê zelal bikim; nabe ku bê qebûlkirin ku dêûbavên siyasî çalak bi vî awayî bên bêdengkirin.”
Kelevajî ye
parlamenter Niema Movassat jî got, “Hewl didin jineke ku ji bo Rojava têdikoşe, bêdeng bikin, wê çavtirsandî bikin. Ji bo vê jî zarokên wê bi kar tînin û bi rastî jî mirov nikare xwe lê ragire. Ya ku bi rastî ji xweşhaliya zarokan re tehlûke ye, ev doz e, ne dayika zarokan ne. Ev ne dozeke ji rêze û normal e. Li gorî agahiyên li ber destê min, îstîxbarat û polîsî Essenê gelekî elaqedarî vê dozê ne. Heta di destê me de agahî hene ku dibêjin Meqamê Parastina Dewletê ev doz daye destpêkirin.”