Êrîşên artêşa Tirk yên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Welatiyên bajarokê Sîdekan ya ser bi Hewlêrê li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê peyivîn.

Welatiyê bi navê Ferhad Selîm nerazîbuna xwe ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk nîşanda û got, ew jiyana xwe li herêma Bradostê dewam dikin û ti zererek wan nagihê ti kesî. Lê bi hatina leşkerên artêşa Tirk ya herêmên me re, metirsî li ser jiyana me çêbûye.”

Ferhad diyar kir ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk gelek malbat neçar mane gundê xwe vale bikin û wiha dewam kir; “Leşkerên artêşa tirk ji navenda bajarokê Sîdekan tenê 5 kîlometreyan dûr in. Ji ber metirsiya artêşa Tirk niha gundê Xelîfan hatiye valekirin û welatî nikarin sewalvaniyê bikin. Ji ber ku leşkerên Tirk bi guleyan êrîşê xelkê sivîl yê gundan dikin. Em weke xelkê herêmê bang li Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê dikin da ku êdî bêdeng nemînin. Ji ber ku xaka Kurdistanê û Iraqê ye, ne ku ya Tirkiyeyê ye.”

Dagirkeriya Tiurk zêde dibe

   

Welatiyê bi navê Behman Ferhad jî li ser heman mijarê axivî. Behman got, di rojên dawî de dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde bûye; “Pîlana dewleta Tirk jiholêrakirina ciwanên Kurd e. Ji bo vê em dibêjin dijmin ti car nabe dostê me. Armanca dewleta Tirk dagirkirina herêma Bradost e.”

Behman di dewamê de bang li ciwanan hemûyan kir da ku îradeya xwe xurt bikin û piştgiriya tevgera azadiya Kurdan bikin. Behman diyar kir ku ew ê rê nedin dewleta Tirk xaka wan dagir bike û got; “Xaka Kurd xakeke pîroz e, ne xaka Tirkiye û Osmaniyan e.”

   

Herî dawî welatiyê bi navê Şîne Osman jî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got; “Ji Bermîzê heya Xakurkê, dewleta Tirk dest bi dagirkeriyê kiriye. Heya niha jî Hikumeta Herêma Kurdistanê helwestek nedaye nîşandan. Lê dema hilbijartin tê, daxwaz ji welatiyan dikin da ku dengê xwe bidin wan. Niha jî artêşa Tirk hatiye û ti helwestek ya Hikumeta Herêmê nîne.”

Şîne bal kişand ser armanca dewleta Tirk û got; “Armanca dewleta Tirk ne PKK ye. Armanca wan hemû Kurd in, ji bo wan ferqa gerîlayek û sivîlek nîne. Tenê ya girîng ji bo wan kuştina Kurdan e. Em bang li serokkomarê Iraqê dikin daku çareyek ji bo vê yekê bibîne. Bila em hemû penaber nebin, ji ber ku niha gelek gund ji ber metirsiyê vale bûne.”

 

ROJNEWS / DIHOK