TOLÎN HESEN/ ARŞÎN NECAR/ANHA/ŞEHBA


Endamê Femandariya Hêzên Şoreşger Siyamend Efrîn diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker di nava 2 rojên derbasbûyî de bi zêdeyî 200 top û fûzeyan gundê Eyn Deqnê topbaran kiriye. Efrîn dest nîşan kir ku piştî derba li gund Eyn Deqnê Artêşa Tirk û çeteyên wê xwar, tevgera xwe li herêmê zêdetir kirine û amadekariya êrîşên nû dikin.

Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê rojane gundên Şehbayê yên hatine rizgarkirin, topbaran dikin. Endamê Fermandariya Hêzên Şoreşger Siyamend Efrîn têkildarî êrîşan axivî û agahî dan.

Efrîn êrîşa 17ʹê Tîrmehê ya li dijî herêmê bi bîr xist û da zanîn ku şervanên şoreşger ên Kurd û Ereb li rex hev li dijî êrîşan sekinîn û wiha dewam kir; "Şervanan isbat kirin ku dikarin hemû êrîşên Artêşa Tirk bibersivînin. Rêbazên ku dewleta Tirk di şer de bi kar tîne, diyar in. Ew dixwazin herêmê dagir bikin. Lê bi van êrîşên xwe dê nikaribin nêzî herêmê bibin, ji ber ku şervanên me xwedî îrade û hêzeke mezin in.ʺ


Malên gund rûxandin

Efrîn di dewama axaftina xwe de êrîşên ku 2 rojên dawî li dijî gundê Eyn Deqnê pêk tên, bi bîr xistin û wiha dewam kir: "Di nava 2 rojên dawî de Artêşa Tirk û çeteyên wê zêdeyî 200 top û fuzeyan bi ser gund de barandin. Niha jî gund hedef digirin. Topên Artêşa Tirk malên gund ruxandin." Efrîn her wiha da zanîn ku di heman demê de Artêşa Tirk tevgera xwe ya li herêmên Şehbayê zêde dike û got, "Dema herêmê topbaran dikin, Artêşa Tirk tevgera xwe ya li gundên nêzî Eyn Deqnê zêde dike. Noqteyên xwe yên leşkerî danîne. Artêşa Tirk çek dane komên çete. Ev tevgera wan piştî derba wan 17ʹê Tîrmehê li gundê Eyn Deqnê xwarî, pêk hatiye."


Bi me dizanin!

Têkildarî sedema êrîşa li dijî gundê Eyn Deqnê Siyamend Efrîn got, "Gundê Eyn Deqnê li cihekî stratekjîk e, riyên di navbera hin bajarokan re derbas dibin. Di heman demê de Efrîn herêmên Şehbayê girê dide. Çete û Artêşa Tirk bi vê yekê dixwazin hêzên hevbeş ên şoreşger ji hev qut bikin. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze îradeya hemû gelên herêmê bişikîne."