Tolhildan: Bi salan DAIŞ´ê li vir xwe birêxistin kir, xelkê deverê jî hemû nebe jî qismekî pê re hereket kiriye û beşdar bûye. Ango di warê kontrola eskerî ya mekan de DAIŞ li ber nemanê jî be, di milê fikrî û çandî de hîna wext lazim e ku em karibin vê mintiqê û miletê wê ji tesîra DAIŞ´ê xilas bikin.
AYSEL AVESTA
Bagera Cizîrê hema hema bi dawî bûye. Endamên çeteya DAIŞ´ê di nuqteyekê de mane û ji bo zirar li sivîlan nebe, niha hemle hatiye rawestandin. Li ser Vê qonaxa dawî ya Bagera Cizrê û Tinekirina Terrorê em ji fermandarên QSD´ê bi Jiyan Tolhildan re peyivîn. Tolhildan got, ji ber ku xeleka dawî ya çeteya DAIŞ´ê bû, tevahiya şervanên vê çeteyê xwe li vê xelekê dane hev û sivîlan bi kar tînin, hemle giran bi rê ve çûye, lê dîsa jî encamên wê diyar dikin ku tevî berdêlên giran jî serketî bûye. Ji bo rawestandina beriya bidawîkirina hemleyê jî Jiyan Tolhildan got, "Ji ber ku ev salek û çend meh in hemle dewam dike, û em naxwazin ev rojên wê yên dawî bibe sedema komkujî û qetilkirina sivîlan, em bang dikin ku endamên çeteyê bihêlin ev sivîl hemû derkevin. Piştre jî hemle bi awayekî nijdî bêyî ku zêrar li sivîlan bibe, bi dawî û serketî bibe."
Hemleya Bagera Cizîrê yeke çawa bû, kîjan hêz tê de beşdar bûn?
Bagera Cizîrê hemleya herî dirêj bû. Wek QSD plansaziya vê me kir, em tevahiya hêzên xwe yên li ser erdê beşdarî vê hemleyê bûn. Kete sala xwe ya duyemîn. Qewetên di nava QSD´ê de jî di serî de YPG, YPJ, wekî din koalîsyonana navdewletî, tabûra înternasyonal, quwetên Suryanî beşûdarî hemleyê bûn.
Li derveyî DAIŞ´ê çi kir ku zehmetî derkevin pêşberî we, hemle dereng bibe?
Di nava hemlê de êrişên cuda yên derveyî DAIŞ´ê jî hebûn. Di serî de dewleta Tirk ji bo ku hemleyê bide sekinandin, kete nava liv û tevgerê. di serî de jî bi êrişa li dijî Efrînê. Hêzên QSD´ê hin gî hemle giran kirin. Fermandar û şervanên QSD´ê bi pirrnî berê xwe da Efrînê. Vê jî hişt ku hemle bi derengî bikeve. Seranserî çemê Firatê jî, hêzên rejîmê, Îranê û Rusyayê car caran êrişên hewayî û bejahî jî kirin. Wan pê dixwest bi rastî jî tesîrê li hemleyê bikin û bidin sekinandin. Rast e hinekî giran bû, lê wan nekarî hemleyê bidin sekinandin. ji ber ku hedefeke me ya stratejîk hebû, ew jî qedandina vê hêza terorîst bû, çeteya DAIŞ´ê bû. Tevî van zehmetiyan hemûyan, fedakariyeke mezin a hemû hêzên me yên çekdar ên li ser erdê hebû. Pê re jî desteka koalîsyona navdewletî ya hewayî jî hişt ku em bigihîjin vê rojê.
DAIŞ´ê çima amadekarî herî zêde li vir kirin?
Ji milekî ve ji ber ku di warê cografî de xwedî girîngiyeke mezin e, DAIŞ´ê pirr zêde girîngî bi vê deverê da. Lewma ev dever sêgoşeya ku Iraq, Sûrî û Urdin lê digihin hev e. Li vir ji ber ku çoleke pirr fireh e heye li ser erda hersê dewletan, DAIŞ´ê ev cigrafya ji bo xwebirêxistinkirina sererd û binerd bi kar anî. Wê ev yek bi piştgiriya xelkê vê mintiqê bire serî. Ji ber ku xelkê wê ji Erebên deverên din cihê ye. Ew hîna wek qebîle ne û bi şiklê xwe yê dawî jî eşîret in. Ev eşîret jî para bêhtir li dijî nîzamê hatine avakirin. DAIŞ´ê ji vê nakokiyê pirr sûd wergirt. Li milê din, di warê dînî de jî ev mintiqe pirr hişk e, radîkal e. Ji ber wê jî gelek rêxistinên tundraw ên Îslamî beşekî xwe li vir dest pê dikin. Herî dawî jî ev DAIŞ bû li vir. DAIŞ´ê bi vî awayî karî xwe sererd û binerd bi cih bike. Ji ber wê jî bi rêya wan hucreyên razayî ku xelkê mintiqê ne, piştî rizgarkirina deveran jî, karî çalakiyan bike. Bi salan DAIŞ´ê li vir xwe birêxistin kir, xelkê deverê jî hemû nebe jî qismekî pê re hereket kiriye û beşdar bûye. Ango di warê kontrola eskerî ya mekan de DAIŞ li ber nemanê jî be, di milê fikrî û çandî de hîna wext lazim e ku em karibin vê mintiqê û miletê wê ji tesîra DAIŞ´ê xilas bikin.
Tişta ku herî zêde kir ku hemle li vir bicive, li vir muharebeya dawî bibe, çi bû? Çima DAIŞ´ê evqasî xwe girt?
Ji zehmetiyên sereke yên hemleyê ya em li vir behsa wê bikin, ew e ku di nava hemleya li Dêra Zorê de ev dever xeleka dawî bû ku derkete pêşiya me. Weke QSD´ê em dikarin bibêjin encamên xwe li gorî planê serketî bûn. Jixwe encamên wê ev yek hem li mintiqê û hem jî li cihanê nîşan da. Lê belê hin tiştên derveyî planê hebûn. Rewşa cografî ya zehmet yek ji van bûn. Çoleke fireh bû, me nekarî weke berê rihet hereket bikin û ev zivistan jî dijwar bû. Ya din jî ew bû ku DAIŞ´ê xwe di nava sivîlan de bi cih kiribû û deverên din jî zêde zêde mayîn kiribûn. Vê jî kir ku hemle hêdî bibe.
Ev dever xeleka dawî bû û tevahiya hêza wê ya eskerî li vê xelekê bi cih kiribû. Yên ku ku ji deverên din reviyabûn hemû li vir civiyabûn. Yên mayî bi rastî ji bo mirinê mabûn. Ji bo vê jî şer pirr giran bû. hin gund hebûn mal bi mal şer tê de hat kirin. Taktîkêmn wan sabotaj, suîqast, erebeyên bombebarkirî, êrişên întîharî yên peya û yên li ser motaran jî gelek hebûn. Şerê çekdarî herî djwar li vir, li Dêra Zorê xwe da der, ji ber ku hem fermandar û şervan li vir bi cih bûbûn. Wan tevî mîrasa xwe, zarok û malbatên xwe di vê xeleka dawî de bi cih kiribûn. Ji ber wê jî hemleyeke dijwar bû. Bi sedan birîndar û şehîdên me çêbûn. Lê belê rizgarkirina mintiqê ev hemle da ber çav, ev berdêl da ber çav. Di milê cografî de jî ji bo şer dijwar bû. Mesela, payîzî, wan bahozên çolê gelek zehmetî derxistin pêşiya me. Hinek derb li hemleyê ketin. Piştre misîleme hat kirin û tola wan hevalên şehîd hat hilanîn. Îrojî em dikarin bibêjin, çeteyên DAIŞ´ê di saetên xwe yên dawî de ne li gundê Baxoza Jorîn. Niha ketine rewşekê de ku lê difikirin ka çawa dikarin sivîlan bêhtir bi kar bînin. Li wê bintiqê nahêlin ku sivîl bilivin, ên ku dilivin jî bi çekdarî êrişî wan dikin. Niha li mintiqa Baxoza Jorîn rewş ev e.
Rewşa sivîlên di destê wan de çi ye? Plana we çi ye ji bo bidawîkirina hemleyê?
Niha hewldana wan ew e ku bikin ku bêhtir zirar li sivîlan bibe. Ew karibin herî zêde sivîlan bikarbînin. Sivîl gava digihîştin korîdora ji bo sivîlan, gotinên wan ên pêşî, "Bi rastî jî we em ji zilm û zorê xilas kirin. Herçî malbatîn DAIŞ´iyan bûn, ew jî bi hezaran keç, jin û zarok bûn, QSD li gorî qanûnên navneteweyî nêzîkî wan bû. Nêzîkbûna insanî li pêş bû.
Herçî dîlên di destê wan de bûn, weke wan keç û jinên ji Şengalê hatin revandin, beşek ji wan di van rojên dawî de hat rizgarkirin. Li gorî îfadeyên wan, beşek ji dîlên di destê xwe de kuştine. Yanî di van demên dawî yên hemleyê de hinek ji wan dîlên ku weke kole girtibûn, kuştine. Ji ber ku ev salek û çend meh in hemle dewam dike, û em naxwazin ev rojên wê yên dawî bibe sedema komkujî û qetilkirina sivîlan. Li ser vî esasî em bang dikin ku endamên çeteyê bihêlin ev sivîl hemû derkevin. Ji ber vê yekê hemle hatiye rawestandin da ku ew sivîl ji mintiqê derkevin û piştre jî hemle bi awayekî nijdî bêyî ku zêrar li sivîlan bibe, bi dawî û serketî bibe. Bi sedan birîndar û bi sedan şehîdên me çêbûn, lê rizgarkirina mintiqê û 50 hezar sivîlî jî hêja bû.