Pêr êvarê li paytexta Franseyê Parîsê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin, bi heman armancê li bajarê başûrê Franseyê Marsîlyayê û bajarê Elmanyayê Bensheimê şahî hatin organîzekirin.

Di 5. salvegera Şoreşa 19´ê Tîrmehê de Kurdistanî û dostên wan li Parîsê li Meydana Republiqueê danê êvarî çalakiyek li dar xist. Ji bilî Kurdistaniyan endamên ACTÎT´ê jî beşdarî çalakiyê bûn. Piştî rêzgirtinê, nûnerê Rojava ê li ParîsêDr. Xalid Îsa peyivî û got, „Şoreşa Rojava li dinyayê êdî qebûl dibe. Ne tenê ji bo Kurdan ji tevahiya Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkan, avakirina demokrasiyê, Şoreşa Rojava hêza îradeyê ya hemê nasname, gel, bawerî û çandan derxist holê." Dr. Xalid Îsa îşaret pê kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Azad û MLKP´ê jî axaftin hat kirin, û wan jî şoreşa Rojava silêav kir. Paşê çalakî veguherî şahiyê û endamî Tev-Çand a Parîsê Adil Botan, Hozan Maruf Farqin Diyar, Renas, Sercan Tarî û Nuarîn derketin ser dikê. Piştre jî li ser jinên Şengalê şanoyek hat pêşandan.


Li meydana mezin sînevîzyon

Bi heman munasebetê li Marsîlayayê Tev-Çanda bajêr şahiyek bi desteka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Marsîlyayê organîze kir. Piştî rêzgirtinê li ser armanca şahiyê belavoka bi Fransî hat xwendin. Li Meydana Vieux-Port a Marsîlyayê endamên Tev-Çanda Marsîlyayê Hozan Rênas, Cuneyt Kartal û Serdar stran gotin, û Kurdistanî, Fransî, Ereb û tûrîst jî li ber stranan reqisîn. Dema bû şev jî sînevîzyonek li meydanê hat nîşanda ku êvaran bi dehhezaran mirov tê re dibuhurin. Vê sînevîzyonê behsa Şoreşa Rojava û têkoşîna gelê Kurd kir. Li bajarê Elmanyayê Bensheimê jî li NCDK´ê şahiyek bi heman minasebetê hat organîzekirin. Piştî rêzgirtinê û axaftina nûnerê PYD´ê, endamên komîsyona çandê hunerê muzîka xwe nîşan da. 


NAVENDA NÛÇEYAN