Berdevkê QSD’ê Talal Silo destnîşan kir ku bi derbasbûna rojavayê Firatê re wan serketineke mezin bi dest xistiye. Silo got, “Em zarokên Sûriyeyê ne. Em ê biryarê bidin ku li ku derê bisekinin. Ev biryar ne di destê hinekî din de ye. Em ê nehêlin ku hêzeke din destê xwe tevlî karên me yên navxweyî bike. Armanca me ya ji pêngavê paqijkirina Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ‘ê ye. Armanca me, dijminatiya bi Tirkiye yan jî welatekî din re nîne.’’

Berdevkê QSD’ê Silo ragihand ku pêngava wan a li başûrê Kobanê li ser daxwaza gel hatiye destpêkirin û got, “Di pêngavê de dendava Tişrînê hat azadkirin. Niha ji bo avakirina xeta xwe ya parastinê em dixebitin. Fermandariya Giştî ya QSD’ê niha kîjan biryarê bide, em ê li gorî wê yekê ji bo azadiya wê herêmê bikevin nava tevgerê.”


Armanc azadkirina gelan e 

Ji pêkhateyên QSD’ê Berpirsyarê Leşkerî yê Ceys El Siwar Botan Tirkmenî jî got, “Ji destpêka pêngavê ve em ji sedî sed bi moral in. Me bendava Tişrînê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir. Bi rizgarkirina bendavê re me careke din hêza xwe li pêşberî tevahiya cîhanê îspat kir. Pêngav dewam dike, armanca me paqijkirina Reqqa, Cerablûs, Idlîp, Helep û temamiya Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê ne. Armanca me azadkirina gelan e.”

Ji Fermandarên Ceys El Siwar Ebû Hecî diyar kir ku şervanên Suryanî, Kurd, Ereb û Tirkmen bi coş û moraleke mezin tevlî pêngavê bûne û bi pêngava azadkirina Tişrînê re ew dixwazin temamiya Sûriyeyê azad bikin. 


Têkoşîn wê bidome 

Ji pêkhateyên QSD’ê şervanê YPG’ê Hevgirt Qendîl jî got, “Ez ji Başûrê Kurdistanê me. Ji bo azadkirina gelê me tevlî vê pêngavê bûm. Armanca me azadkirina başûrê Kurdistanê û azadkirina temamiya Kurdistanê û gelê me ye. Têkoşîna me ji bo ewlekirin û azadkirina herêmên me ye. Banga min li tevahiya gelê Kurdistanê ew e ku li her derê serhildanên xwe mezintir bikin.”

Şervanê Şems El Şîmal Huseyîn El Îsa jî da xuyakirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ’ê bidomînin. 

Ji şervanên QSD’ê Ehmed Zeko jî da zanîn ku bi pêngava li başûrê Kobanê hatiye destpêkirin re ew ê li her cihî darbe li çeteyan bidin. Zeko got, “Em ê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin.”


MAHÎR YILMAZKAYA/ANF/TIŞRÎN




Efrînê seferberî îlan kir



Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragîhand.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê piştî civîna ku 3 rojan dom kir, encamên civîna xwe eşkere kir.

Di civînê de, Hevserokên Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa û Hêvî Mistefa, herdu cîgirên wan Remzî Şêxmûs û Ebdullhemîd Mistefa, Endama Komîteya Çavdêriyê Fehmiya Silêman û hemû serokên desteyan û cîgirên wan amade bûn. Civîn li hola Ayenda ya li navenda Kantona Efrînê hat li darxistin.

Di civînê de dorpêça li ser kantona Efrînê, êrîşên çeteyan û artêşa Tirk jî hate nirxandin û li hemberî rewşa awerte li kantonê seferberî hat îlankirin. Meclîsa Rêveber ji bo xebata desteyên xwe yên sala 2016’an hin biryarên girtin. Hin biryarên hatine wergirtin weha ne: 

 Zêdekirina hijmara civîn û hevdîtinên bi welatiyên herêmê re.

* Sazkirina komîteyeke kirîn û firotinê ji her desteyekê re. Li ser esasê ku her 6 mehan carekê bê guhertin.

* Sazkirina komîteyeke çavdêrkirina madeyên tên kirîn, ji bo tevahî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê.

* Îlankirina rewşa seferberiyê (metirsiyê) li herêmê û zêdekirina tevlêkirina ciwanan ji refên Erka Xweparastinê ji bo parastina herêmê. 


 EFRÎN 




Tirkiye li pey provokasyonê ye


Serketina hêzên QSD dewleta Tirk jî tirsan û dîsa dest bi provokasyonan kir. Ji aliyekî ve piştgiriya xwe ya dide çeteyan zêdekir û ji aliyê din ve bi berdana ava çemê Firatê gundên Kobanê di bin avê de hişt. 

Piştî ku QSD’ê pêngava xwe da destpêkirin û derbasî rojavayê Firat’ê bû dewleta Tirk jî li ser sînor tevgera xwe ya eskerî û piştgiriya ku dida çeteyan zêdetir kir. Li gor çavkaniyên herêmê, dewleta Tirk ji Deriyê Sînor ê Bab El-Selame gelek çek û cebilxane derbasî Ezazê kir û radestî çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam kirin. Heman çavkaniyan ragihand ku çekên hatine derbaskirin menzîla xwe zêde ye û her wiha çekên giran in û tevî vê yekê gelek hêzên taybet jî derbas bûne.


Tirkiye av berda ser gundên Kobanê 

Tirkiyê dijminahiya xwe ya li dijî xelkê Rojava dijwartir kir û ji bo Kantona Kobanê di bin avê de bihêlê, ava çemê Firatê berda.  Ji ber zêdebûna rêjeya ava Firatê li gundên rojavayê Kobanê gelek mal di bin avê de man. Li gundên Qubê û Borazê welatî neçarî ji malên xwe derketin. 

Erdên çandiniyê yên herêmê jî zirarên mezin dîtin. Eger dewleta Tirk ava çemê Firatê berde ev yek têsîrî ser bendav Tişrînê ji bike û xetere heye ku bi vê yekê gelek gund di bin avê de bimînin.


Muslim: Qanûnan bin pê dike

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Sali Muslim got ku derbasbûna leşkerên Tirk a xaka Rojava karekî sorkirinê ye, ne qanûnî û binpêkirina qanûnên navnetewî ye.

Salih Muslim derbarê hewldanên derbaskirin û dagirkirina axa Rojava ya leşkerên Tirk de ji ANHA’yê re axivî. Salih Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê li herêma Dêrîkê, tevahiya xeta sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji bo derbaskirinê xistiye hedefa xwe û got ku ev karekî sorkirinê (provokasyon) ye.

Muslim da zanîn ku ev pêkanînên Tirkiyeyê binpêkirina qanûnên navnetewî ye û got: “Bi vê yekê re jî ew ê tevahî dewletên cîhanê li beramberî xwe bibîne, ji ber ku wê qanûn binpê kirine.”

Muslim anî ziman ku wê rêveberiya Rojava gavên pêwîst bavêje û wiha dom kir: “Divê gelê Kurd baweriya xwe bi vîn û hêza xwe bîne. Rêveberî û hêzên Kurdistanê yên li Rojava dizanin li hawirdora wan çi tê gerandin û ew amade ne li gorî pêwîstiyan gavan biavêjin. Bila gelê me li hemberî van pêkanînan haydar be.” 


 ANHA/KOBANÊ