YBŞ du fermandarên xwe yên bi navê Safer Zirek (Devrîm Dilbirîn) û Omer Dirim (Delîl) ku di encama teqîna mayînek çeteyan de şehîd bûn, eşkere kirin.
Fermandariya YBŞ’ê di daxuyaniyê xwe de ragihand ku ev her du lehengên wan yên şehîd ji herêmên cuda yên Kurdistanê hatin û ji bo gelê Êzîdî heya dawiyê têkoşiyane û bi vî rengî dewam kir: ”Heval Devrîm û Delîl ji roja gav avêtin ser xaka Şengalê heya şehadetê, timî li eniya herî pêş û bi lehengiyek mezin di nava vê têkoşînê de cih girtin. Di 8’ê Cotmehê de dema bi karê xwe radibûn, di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê pêştir danî de şehîd bûn.”
Ti car ji kok û axa xwe dûr neket
Fermandariya YBŞ têkildarî her du şervanên xwe ev agahî parve kir: “Heval Devrîm ê bi çanda xwe ya welatparêz û têkoşer dihat nasîn, ji gelê Colemêrgê bû. Li rexmê li xeribiyê mezin bû jî, ti car dest ji gel û koka xwe berneda, bi zanabûna azadiyê di 2011’ê de berê xwe da çiyan. Piştî gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê meşand, piştî fermana li Şengalê rû da bi daxwaza xwe ji bo rizgarkirina gelê Êzîdî tevlî nav refên YBŞ’ê bû.
Şervan, têkoşer û doktor
Heval Delîl Karakoçan xelkê Dêrsimê bû. Hem şervanek bi hêz, fermandarek têkoşer û hem jî doktorek bû. Bi armanca bidawîkirina êşên gelê Êzîdî yên piştî fermanê tevlî nava refên YBŞ’ê bû.”
Fermandariya YBŞ’ê di dawiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de got; “Têkoşîna wan gihandina serkeftinê û pêkanîna xeyalên wan erka me ye û weke hevrêyên wan ên têkoşînê soza vê didin.”
Fermandarên YBŞ’ê Devrîm Dilbirîn û Delîl doh li Çiyayê Şengalê bi karwanekî wesayitan ji aliyê sedan gerîlayên HPG/YJA-Star, şervanên YBŞ/ YJŞ’ê û gelê Êzidî ve hatin oxirkirin.
Nasnameyên cangoriyan
Nav û Paşnav: Omer Dirim (Delîl)
Dîrok û cihê tevlîbûnê: 2013-Stenbol
Dîrok û cihê şahadetê: 8’ê Cotmehê Şengal
***
Nav û Paşnav: Safer Zirek (Devrîm Dilbirîn)
Dîrok û cihê tevlîbûnê: 2011, Mêrsîn
Dîrok û cihê şahadetê: 8’ê Cotmehê- Şengal n ŞENGAL